HESEKÊ – Bi slogana “Emê bi ciwantî şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin bikin, şoreşa çandî misoger bikin” Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûrye 3.kongreya xwe lidar xistibû. bi sedan ciwan û jinên ciwan ji pêkhateyên cûda cûda ji herêmên cûda cûda tevlî kongreyê bûn.
Di kongreyê de ajansa me bi çend ciwan û jinên ciwan re hevpeyvîn pêk anî. Ciwanan diyar kirin ku ev kongra dê encam û biryarên girîng bi xwe re bîne, her wiha perspektîfên ku ji bo bilind kirina tekoşîn û xebatê me dê bi xwe re bîne.
Endama kordînasyona Yekîtiya Jinên Ciwan Ferîde Nasan wiha axavtina xe destpê kir: “Di destpêka axavtina xwe de ev kongra li Rêbertî û li hemû şehîdên Azadiyê pîroz kir û got: ev kongra bi beşdarbûna delegeyan ji hemû herêmên bakûr û rojhilatê Sûrye de ji bo nirxandina kar û xebatên ciwanan ya 3 salên borî. Wekî tê zanîn di demek pir hesas ku em têre derbas dibin. Lidarxistina vê kongreyê di her aliyê de êrîşên ku li ser me tên kirin, rola ciwana û girîngiya ciwanan di vê kongreyê dê were diyar kirkin. Her wiha pirsgerêkên ku di 3 salan de hatine jiyîn were nîqaş kirin. Ji bo vê em bawerin ku ev kongra dê bi biryarên serkeftî derkeve, di serî de jib o şikandina tecrîda li ser rêbertî û jib o têkbirina dagirkeriyê li hermû bajarên bakûr û rojhilatê Sûrye û li ser axa Kurdistranê dê xebat çê bibe.”
Her wiha Ehmed endamê Tevgera Xwendekarên Demoktratîk li herêma Şehba: “em weke ciwanên Efrînê hatin beşdarî kongra 3.a Ciwanên Şoreşger. Ji xwe girîngiek vê kongreyê heye. Em vê kongreyê li serok Apo û li hemû ciwanên me yên kurd û hemû pêkhateyan pîroz dikin. Em vê kongreyê pir girîng dibînin jib o me girîngiyek taybet dide.
Ehmed di berdewamiya axavtina xwe de bal kişand ser girîngiya vê kongreyê û got: “Em hatin vê kongreyê da ku di pêşerojê de em bikaribin asta kar û xebatê xwe xurt bikin, û kêmasî û plansaziyên u pêk nehatine em nîqaş bikin. Bi vê perspetîfên ku di vê kongreyê de were dayîn emê tevbigerin û ciwanan rêxistin bikin. Aramnca me yê sereke rêxistina ciwanan e ji hemû pêkhateyan ji ber serokatî dibêje nîvê civak ciwan e û nîvê din perwerde ye. Da ku em civakek exlaqî û polîtîk birêxistin bikin pêwîste em ciwanan birêxistin bikin. Da ku em bikaribin di pêşerojê de em encamek baş bigrin û teokşîna xwe bilind bikin jib o têkbirina dagirkeriyê. Rojane li ser herêmêm me gevxwarin û êrîşan çê dibin. Ji bo ku em bikaribin li hemberî êrîşan biekinin dive me rêxistina xwe bihêztir bikin, divê her ciwanek ji me xwe di vê erê de bibîne.”
Di dawiya axavtina xwe de, Ehmed spasya hemû kesên di vê kongreyê de ked dane.
Ji aliyê xwe de Hebûn Mihemed endama Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kir ku wek ciwan di vê kongreyê de soza xwe nû dikin: “di serî de em vê kongreyê li serok Apo û şehÎdan pîroz dikin. Di kongreyê de em soza xwe nû dikin, piştî vê kongreyê emê dagirkerî bin bixin û em wek ciwan hêza xwe xurttir bikin. Em soza xwe nû dikin emê biserkevin serokatî dibeje me bi ciwantî destpê kir û emê bi ciwanan biserkevin, ji bo vê divê em hêza xwe ya serokatî daye e mem xurt bikin.”