NAVENDA NÛÇEYAN –
Aldar Xelîl, Endamê Meclîsa Hevserokatiya PYD`ê, têkildarî Revolutionoreşa Rojava ya ku di 19`ê Tîrmeha 2012`an de dest pê kir û hêvî da hemû gelên cîhanê, ji ajansa me re axivî. Endamê Meclîsa Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl axaftina xwe bi vegotina pêvajoya Şoreşa Rojava destpê kir. Aldar Xelîl got, “Wekî ku tê zanîn, piştî ku Fransa û Brîtanya li herêmê lihevkirinek çêkir, Rojhilata Navîn ji sedsala çûyî heya nuha nexşeya herêmê ji nû ve xêz kir. Piştî vê peymanê, dewlet û rejimên herêmê bi rêka netewe-dewletê xwe afirandin.Endamê Meclîsa Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl têkildarî Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê ji ajansa me re axivî. Aldar Xelîl got, “Em çiqas bigerin, ji xeynî ya ku em xwe dispêrin wê ti projeyek din nayê dîtin. Çareseriya hem pirsgirêka Kurd, hem pirsgirêkên Sûriye û hem jî pirsgirêkên Rojhilata Navîn projeya Rêber APO ye. ”
Aldar Xelîl Berdewamiya axaftina xwe de wiha got:
Wek tê zanîn Rojhilata Navîn ji destpêka sedsala derbas bûyî û vir ve, dema ku Birêtaniya û Feransa ve di herêmê de hevpeymana xwe çêkirin û ji nû ve nexşeya herêmê diyar kirin, lê wê demê dewletên herêmê û rêjîmên wê li ser esasê dewletên netewî, her erdnîgariyeke bi navê netewekî bi nav kirin, bi vî rengî weke dewletan avakirin, rêjîmên girêdayî xwe jî û rêjîmên ku vê sîstemê biparêzin danîn ser van dewletan, û li ser vê Rojhilata Navîn ji destpêka sedsalê derbasbûyî de heta niha herdem di nava kirîza de ye, her ku çû pirsgirêkên wê kûr bûn, ji ber ew dewlemendî û pir rengiya ku di Rojhilata Navîn de bû hat xetmandin, yanê perçe perçe kirin, û her deverekê navê netewekî an jî olekî danîn ser, ev jî dibe sedem ku di Rojhilata Navîn de herdem bingeha pirsgirêkan hebe, piştre ji xwe di van salên dawî de sîstema cîhanî jî ket nava krîzekê de, yanê sermeyedarî û sîstema ku heye nema karîbû weke berê xwe berdewam bike, ew jî di nava krîz û pirsgirêkan de jiyan dikir, li gorî wê jî rêjîmên desthildar ên ku ev dewletana bi rêve dibirin ew jî gihîştin astekê di encama pêşketinên ku di nava civakê de çêbûn, encama guhartinên ku di cîhanê de çêbûn, rêbaza wan ya rêvebirinê û şêwazê wan yê ku li ser van miletan hikum dikirin, ew jî bûn alîkar ku krîz û pirsgirêk kûrtir û mezintir bibe, êdî ev sîstemên dewlet netew û hem jî navendî û destpot li ser van civakan nema dikarîbûn wek berê berdewam bikin, ji ber van sedeman tevan û li kêlekê pêketinên ku di nava civakan de çêbûn, di Rojhilata Navîn de pêvajoyeke nû destpêkir, pêvajoya Bihara Gelan, wek tê zanîn li Tûnisê destpêkir dewam kir heya gihîşt Sûriyê, lê belê di vê navberê de ev rastî hebû, dema ku lêgerînên çareseriyê, lêgerîna derketina ji wan krîzan derdikevin pêş, pêwîstî bi tiştekî derdikeve, madem ew mînakên ku li erdê hene, rêjîmên ku hene û ev sîstemên ku heye krîzan bi xwe re tîne, pirsgirêkan çareser nake ev tê wateya ku êdî projeyeke pêwîste, projeyeke çareseriyê ji bo ku herêma Rojhilata Navîn êdî karibe van pirsgirêkên xwe derbas bike, û di nava azadî û rûmetê û sîstemeke demoqratîk de jiyan bikin, lêgerîn pir bûn bi taybetî dema ku van tevgeran dest pêkir, ciwanên ku di welatê Tûnisê, misir, Lîbiya û Yemen li van welatan tevan hertim di nava lêgerînê de bûn, yanê êdî temam ev rêjîmên desthildar ne baş pêwîste bêne guhartin, ev mînakên ku di rêveberî û dewletên ku hene nabin çareserî ji bo pirsgirêkê civaka, lê proja ku were wê çibe, hewldanên wê çêbûn, dema ku di Sûriyê de rewşek wiha hat jiyan kirin, ji sala 1963’an de partiya Beas li ser desthildariyê ye, û di Sûriyê de jî partiyekê tenê welat bi rêve dibir bi awayekî navendî, mînaka ku li vir tê dayîn ew mînaka ku sîstemek partiyê ya bi tenê, netewek bi tenê, heta di nava wê netewê de beşek tenê vî welatî bi rêve bibin, çewsandin, girtin, îrade şikandin û înkarkirina nasnameya gelan di Sûriyê de bibû wek nav nîşanekê, ji ber vê yekê gelên Sûriyê bi hemî rengên xwe ketin nav hewildanan, yanê madem pêvajoyekî Bihara Gelan destpêkiriye, em jî hewl bidin ku ji vê pêvajoyê sûd wer bigirin, bang bikin ji bo azadî û rûmetê, ji bo avakirina pergaleke demoqratîk di Sûriyê de. Gelên Sûriyê dema ku dest pêkir, her kesî bi hestên bi vî rengî destpêkirin, yanê em bang bikin dengê xwe bilind bikin, lê bersiva rêjîmê bersivek cuda bû, wê jî hesabên xwe cuda kirin, yanê dît ku ev lêgerînên ku hene, ji ber ku dîtin projeyeke demoqratîk amade tune, kesekî projeyekî hîna ji ya wî bi pêşketîtir li pêş bixe tune, dikarîbû wan hewldanan destê xwe deyîne ser wan û wan tune bike an jî bê bandor bike, heta bighêje astekê ku Sûriyê bikeve nava şerekî pir mezin, di vê pêvajoyê de dema ku pêvajo dihat meşandin em jî wek partî berê xebatek me di Sûriyê de û bi taybet jî di herêmên Rojava Kurdistanê de, xebata me ji bo azadî û mafê gelê Kurd, li gorî Sûriyeke demoqrtîk mafê gelê me were çareser kirin, xebatekî me ya wisa bi dehê salan hebû, û bi taybet piiştî damezrandina PYD’ê di 2003’an de ev xebat bi rengekî cuda dihat meşandin, tevî ku sextên rêjîmê pir zêde lê dîsa jî ev xebat dihat meşandin, di pêvajoya beriya şoreşê de gelek hevalên me şehîd jî ketin, û hinek jî dîl ketin destê rêjîmê, heta niha jî em nizanin rewşa wan hevalan çawa ye, beriya wê bi dehê salan têkoşîna gelê me û rêxistinbûyîna gelê me li vê derê hebû, lê dema 2011 pêvajoya Buhara Gelan gihîşt Sûriyê, ji nav hemû kesî yê herî amade karîbû proja xwe pêşkêş bike û ji bo çareseriyê rêxistin bûna xwe bi pêş bixe em bûn. Mînak wê demê partiya Baes her li ser desthildariyê bû, ê ku xwe zêde dan pêş Îxwan El Mûslimîn bûn, ev na jî projeya wan ne projeyeke demoqratîk bû, raste digotin em temsîla Erebên Sune dikin, digotin bila desthildariya Sûriyê ne tenê di destê Elewiyan de be, bila em jî hebin, lê proja wan jî ne demoqratîk bû, wan jî hesabên xwe cuda dikirin, digotin em wek Sune Sûriyê bi rêve bibin, û têkiliya xwe bi Tirkiyê û Qeter re bidin bi pêşbixin, ji bo vê jî wan nikarî bû projeyeke demoqratîk ji bo Sûriyê bi pêş bixin, ji xwe ger Tirkiyê, Qeter û hinek welatên din jî mûdaxele bikin û bikevin Sûriyê.
Êdî ev pêvajoya Bihara Gelan ji rewşa miletek an jî tevgerek ji bo azadî û demoqrasiya xwe têkoşînê dikin, li hember rêjîmekî navendî û destpot, li şûna wê bûn wek perçeyekî ji projeya derve ya li ser welatê wan, heta alîkarî dan dewleta Tirkiyeyê ku derbasî Sûriyeyê bibin û axa Sûriyeyê dagir bike, êdî ev nebû dijber û pisisyonekî netewî, bûn grupên çekdar bi destê hêzên derve, min ev tişt hemû anî ziman ji bo ku rastiya projeya me bê nasîn, dema ku me projeya xwe pêşkêş kir esas du aliyên wê hebûn, ya yekemîn em Kurdin em dixwazin pêşengtiya projeya demoqratîk bikin, pirsgirêka Kurd çareser bikin, gelê Kurd mafê xwe bi dest bixe, çewsandin û siyaseta înkarkirin û tunekirinê yê ku li ser gelê me pêk dihatin bi dawî bikin, û ya duyemîn em Sûrîne jî, yanê em netewa Sûrî jî diparêzin, em wek Kurd li ser axa Rojava Jiyan dikin, lê di heman demê de em xwe ji Sûriyê parçe nakin, di du aliyan de têkoşîna me ya demoqratîk dimeşe, ji ber vê yekê me girîng dît ku em xwe bispêrin felsefeyekî ku projeyekî bi vî rengî pêk bîne, çiqasî em geriyan, aniha jî mirov çiqas bigere ji bilî projeya ku me niha esas girtiye tu çeraseriyeke cudayî vê nabîne, hem ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û hem jî ji bo pirsgirêka Sûrî û hem jî ji bo pirsgirêka Rojhilata Navîn tev de, ev proje jî projeya Rêber Apo ye, projeya felsefeya damezrandina civaka demoqratîk û azad, civaka ku xwe dispêre felsefeya azadiya jin, felsefeya ku xwe dispêre parastina ekolojiyê ev felsefe gelekî berfirehe û xwe dispêre gelek tiştan, di vê alî de wek navşîna wê çiye? Şoreşeke civakî pêk bê, yanê civakeke demoqratîk, civakeke xwedî îradeya xwe û civakekî azad ava bibin, di vir de ji rojên destpêkê de me ji raya giştî û her kesî ev daxuyanî da, me got em nabin beşekî şerê desthildariyê, em tEkoşîna xwe li derveyî desthildaran bidin meşandin, du aliyên wê hene yek ya siyasî, yanê rêjîm û dewletên li dijî wê û dewletên pê re, evina tev terefin, em nabin hevalê terefekî ji vana, em wek terefê sêyemîn dadikevin meydanê ev aliyên wê yên siyasî ne, lê aliyê wê fikir û yê hişmendî jî tê wateya ku em di nava xebatên xwe de emê ne têkoşînê bikin ku em çewa desthildariyê bixin destê xwe, emê têkoşînê bikin ku çewa civakek demoqrat û azad avabikin, dema ku me ev daxuyanî dan pir alî hebûn wate nedidanê, heta digotin hûn nekevin şerê desthildariyê hûnê çewa tevlî şoreşê bibin, yanê wan şoreş bi vî rengî pênase dikir, û me jî digot na şoreş ewe ku em bihêlin civaka me xwe bi rêvebibe, ew ne şoreşe ku em desthildariyê bixin destê xwe û li ser vê xebatê me ew sazîbûna xebatê dest pêkir, û di 2012’an de dema me dît derfet guncavin û pêkhatîne, em dikarin êdî hinek herêmên xwe bi rêve bibin di 19’ê Tîrmehê de me li Kobanê dest pêkir, cara yekemîn ku li bajarekî Rojavayê Kurdistanê em xwe bi rêxistin dikin, emê êdî bajarên xwe bi rêve bibin, yanê em ji rewşekî rêxistinekî dijber, êdî em ketin rewşekê ku karibe bajar, civak û herêmekê bi rêvebibe, ev jî bi xwe destpêkirina şoreşekê ya herî bi wateye, şoreşeke ku êdî li beramberî pêvajoyeke nû dibe, êdî ev civak wê xwe bi rêxistinbike û xwe avabike, û pêwîste hişmendî û zanista civakê bi pêş bixe da ku bibe civakek demoqratîk û li ser vî esasî şoreşa 19’ê Tîrmehê di 2012’an de li bajarê Kobanê dest pêkir.