NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên Parastina Gel (YPG) têkildarî îdiayên dewleta Tirk a dagirker du tiwîtên cuda belav kirin.
YPG`ê di tiwîttên xwe de wiha got: “Wezareta Berevaniya dewleta Tirk a dagirker îdîa dike ku yekineyên me ji herêma Til Rifetê êriş birine ser baregehê wan. Me berê jî di vê mijarê de gelek caran daxuyanî da. Li herêma navborî ti fealiyetên me yên leşkerî tune ne.
Dewleta dagirker ji bo ku êrişên xwe rewa bide nîşandan, derewên bi vê awayî dike. Ev nûçeya ku 7 şervanên me hatine şehîdxistin, derew e.”