BORDEAUKS – Li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê, aktîvîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û TÊKO-JIN li bajarê Bordeaûx ê Fransayê meşek li dar xistin.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, ciwanan dest bi meşê kirin.
Di çalakiyê de bi zimanên Fransî û Kurdî dirûşm hatin qîrîn û zîhniyeta Erdogan hate teşhîrkirin.
MARSÎLYA
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de meşek hate kirin.
Ciwan bi meşaleyan meşiyan û piştre mîtîngek li dar xistin.
Di çalakiyê de bang li ciwanên Kurdistanê hemûyan hate kirin ku di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de dakevin qadan.
Çalakî bi qîrîna dirûşman bi dawî bû.