QAMISLO – Endamê Meclîsa Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim pêvajoya Revolutionoreşa Rojava ji ajansa me re nirxand. Endamê Konseya Hevserokatiya PYD-ê Salih Muslim di destpêka axaftina xwe de qala nêzikbûna rejîma BAAS-ê ya li hember gelê Kurd kir, û awayê gihiştina qonaxa şoreşê bi van gotinan vegot;
Rejîma Suriyê ji xwe, gelê me yê Rojava jî dizane ji berê de çirûsandin li ser gelê Kurd hebû. Siyaseta dewleta Suriyê tunebûna Kurda bû. Taybet ya Baasiyan. Ji ber vê jî çi ji dest dihat dikirin: derxistina erdi, çirûsandin. Tine bû axaftin, ji bo rêxistin kirinê azadî tinne bû, perwerde tinne, ziman tinne. Hereketek ji kesekê re ditîn digirtin. Girtin hebû, çirûsandin hebû, îşkence hebû, her tişt hebû. Bi rastî taybetî jî gelê Kurd, gelê Suriyê tevahî de jî ji vê rejîma despotîk aciz bûbû. Dixwast bi awayekê ev rejîme yan bê guhertin yan bê tinne kirin. Taybetî yê Kurdan du qat bû, ê Kurd ê Rojava. Sebebê xwe jî ew bû: ne dikarin derekê kar bikin, mekteb,medrese,xwendin ji vane tiştek tinne bû, giştî îhmal dikirin. Mecalê kar tinne bû. Di beriya ku şoreşa Suriyê, tevliheviya Suriyê destpê bike tê bîra min wê demê dora 7 hezar xortê me ciwanê me ê ku ji Rojava çûbû derdora bajarên mîna Humus,Hama. Kon vegirti bûn. Konê mîna qereçiyan ji xwe girti bûn. Li ku şixul hebuya li wir bin. Nikarîn jiyana xwe bianîna cih. Ji ber vi awayî ewek hebû bertekek tuj li dijî rejîmê hebû. Bi vî awayî bû.
Meselên Newroz ê de jî ji xwe her Newroz yan jî munasebetek dibû, tiştek dibû gel pêşwazî dikir. Keyf xweşî çê dikir an temaşe çê dikir. Dest diavêtin van tiştan ,şer çê dibû finavbera gel û rejîmê de, leşkerê rejîmê û îstîxbaratan. Girtin çê dibû, hepsî çê dibû. Rewşek vi awayî bû. Gellek tengav dikirin. Heta ku 2011 an mesela serhildanê çê bû. Em jî wek PYD dinav de bûn. Ê ku pir çirûsandin û zêde îşkence û girtin fihat jî yek PYD û yên ku PYD rê didayî û disatandî. Bi taybetî piştî 2004 an Serhildana Qamişlo bû. Wê demê her kesî digot PYD kiriye. Hetanî patiyên me yên Kurdî jî digot me nekirye, PYD kirye. PYD jî wê çaxê teze çê bûbû. 2003 yan em çêbûbûn. Serhildana Qamişlo çêbû, emrê me wê çaxê 4 meh tinne bû. Lê çi tişta çê bûyî gişt kir ser stuyê me wek PYD. PYD jî taybetî çirûsandinek zêde tir li ser bû. Bi hezaran endamên me,sempatîzanên me, ê ku hatine girtin, îşkence bûn bi 2004 an van tiştan giştî hebûn. Şehîdên me jî gellek çê bûn. Ê ku bi îşkenceyê şehîd ketî, ê ku di pevçûnan de şehîd ketî. Mîna Iraqê, mîna şeva Newrozê li Qamişlo, sê Mihemed hatine kuştin. Vane giştî bi navê PYD dihat kuştin. Digotin PYD gel dilivîne, PYD pêşengiyê dike. Giştî diket stuyê me. Me dikir û nedikir her tişt dikirin ser stuyê me. Heta ku 2011 an ku pêvajo destpê kir, ji xwe 2011 an em tu caran ne bi rejîmê rebûn, lê me didît ewên ku li hember rejîmê me ew jî nasdikir, wexta ku hîn nû hereket di nav gel de çê bûbû, hîn destpê nebûbû me nas dikir ku wê hereket çêbibin. Li Tunus çêbû, Li Musil çêbû,li Libya çêbû. Me dizanî wê dor were Suriyê, wê Suriyê jî çê bibe. Me wek partî me lê dinêrî, kîne, kî dê çi bike. Me naskirin ku ewên vana dikin piranî misilmanên dîndarên, ên cîhadîne. Ew ji bo me Baas ê re xiraptirin. Ji aliyê nîjadperestîye de, ji aliyê xirapbûnê de, ji aliyê heznekirinin xwe ji Kurdan û pirsgirêka Kurdan re hîn ji rejîmê baas xiraptirin. Ji ber vê awayî me pişta rejîmê negirt ji xwe berê ew qas sal pevçûn navbera me de hebû, yên ku berê xwe amade dikirin ji bo serhildanê çê bikin an jî li hember rabin me ew jî naskirin. Me wan re jî xwe nekir yek.
Me bi wan re got, danûstandin hebû, diyalog hebû, em dikarin bi were bikin lê mesela Kurd divê çareser bibe. Tabî ê ku çareser neke ji te re dibê çi: em berê giştî rejîmê biguherînin, em demokrasiyê bînin Suriyê pê re em ê mafê we bifikirin. Me jî qebul nekir. Pêşî were em hevûdu re runin, hevpeymanek çê bikin, hebûna me qebul bikin em li gor wê li gel we hereket bikin. Ê ne wan kir ne wan kir. Em mecbur bûn me wek nêrîn, wek tevger em rêyeke xwe dîn bibin. Em ne li gel rejîmê bin ne li gel cîhadiyan bin jî. Me rêyeke xwe dîn dît. Û li ser wê esasê me hereket kir em tevgerîn. Rewş li vî awayî bû. Wek PYD nêrînên me yên cûda hebû. Wexta ku em dibêjin em behsa 2011 an dikin. 2011 an di hemen demê de bi hereket jî destpê kir: meş bûn, rabûn bûn , tevlîhevî bûn. Em jî wek PYD rêxistina me hibek dinav gel de hebû. Rêxistinek me berê çêkirî. Wê tevlihevî yê jî hêlîşt em bêhtir hereket bikin. 2011 an de me destpêkir. Me civînên berfireh ji gel re çêkirin. Li her derê me famkir, rejîm jî lewaz bûye, nikare ser me de were, naxwaze dijminê xwe pir bike. Ji ber vêhereketa me zêde bû. Taybetîji mehên adarê û nîsanê dame destpêkir, gelê kî derê hebe me civînên berfireh çêkir, hişyar bûn çêkir. Em çine em çi dixwazin? Hinekan digot bi rejîmê re ne hinekan digot ne bu rejîmê re ne. Lê ya rastî em ne bi rejîmê re ne em ne bi wan re bûn jî. Mesele yek ji wane yê ku derketine caddeyan bang dikirin pirê xe ji camiyan derdiketin. Piştî nimêja înê giştî derdiketin bang dikirin digotin allahuekber. Em tu caran ji camiyan derneketin. Me biryar standi bû em ji camiyan dernakevin ji bo ku em tevlî wan nebin. Meşên me cuda bûn. Carna em tevlî dibûn lê kombuyîna me em ji camiyan dernediketin. Me qebul jî ne dikir. Ji ber ku em biçin camiyê em ê bikevin bin xizmeta wan. Meşên me cuda bûn. Derketina me jî bi rengê me û dengê me bû. Mafê Kurdan em dixwazin, alên me yên kesk û sor û zer çi hebû me ew radikirin. Bangawazî ji bo demokrasiyê, ji bo azadiyê, ji bo gelê Kurd. Giştî bi Kurdî bû. Sloganên me Kurdî bûn, kesekê ji me nedigot allahuekber. Bi vî awayî em derdiketin. Wan jî dît ku cudabuneke. Ereb û cîhadîstan bi awayek bang dikir me bi awayekê.Wan giştî digot bila Beşar Esad dakeve, bimire nizanim çibe. Me tu caran şexsê Besar Esad re tiştek ne digot. Em baas ê giştî naxwazin, em rejîmê giştî naxwazin. Ji ber wê sloganên me jî ne wek wan bû. Û wan digot ji rejîmê ne. Rejîm ê jî digot yevlî çalakiyan dibin. Em jî tevlî dibûn ji ber ku xwestekên me hene. Pêşiyê de xuya bû rêyekême cuda heye. Pêre jî çalakiyên leşkerî destpêkirin. Pevçûn despê bûn.
Cîhadiyan amadeyên xwe kirin. Dixwestin li Cezîrê û li derên dî şerê çekdarî destpêkirin. Me jî wê çaxê hinek amadên me hebûn ji bo parastina rewa li hember rejîmê. Yekê destdirêjî kir, tiştek kir çend komên me yên biçûk hebûn. Lê amadê ji bo şerê berfireh me nekirbû wek PYD. Lê dendik hebú. Dendikê berxwedanê, yê parastinê hebû. Wextê wan li xerîbî destpêkirin, derdorê Idlîbê, Helebê li wan cihan me jî amadekariyên xwe kir. Şer dibe mecbur were deriyê me jî. Me jî hêdî hêdî destpêkir ew rêxistinên çekdarî me zêde kirin. Hate xuya kirin ku wextê me bag kir, me got êrîş derdora me çêbû. Nêzîkê Efrîn êli wan deran çê dibe, şer xwe digehîne Efrîn ê. Şerê navbera wan koman û rejîmê digihêje Efrîn ê. Li Koban ê şerê dinavbera wan û rejîmê dîsa digihêje sînorê Koban ê. Li Cizîr ê jî wisa bû. Em mecbur bûn, bi vî awayî nabe em gavekê pavêjin, gavekê ji bo parastinê. Vane têne ji bo rejîmê şer dikin. Êrîşê cihên rejîmê dikin: cihê îstîxbaratê, cihê leşkerî, cihên ku rejîme ve giredayîne êrîşê li wir dikin. Rejîm jî li hember wan şer dike. Kî li ortêda ye? Milletê sivîl ortêdaye. Ji ber ku ne bi rejîme re ne , em nikarin rejîmê jî biparêzin em naxwazin rejîm me biparêze û dm ne biwan re ne jî ku em li hember rejîmê, em mecbur bûm em tedbîrên xwe bistînin ê parastina rewa ku xwe biparêzin. Heta ku wextê tehdît zêde bûn em çibikin, em fikirîn li vêderê, ên rêveberên me yên PYD her jesî em fikirîn em çi bikin. Gotin encax em bi xwe herêma ku em têdane em ji xwe rizgarî îlan bikin, em rejîmê ji vê derê derbixin ji bo ku ecazet ji wan re çê nebe êrîş ji me were. Wextê ku êrîş kirin em ê zanin ku êrîşî me dikin ne êrîşê rejîmê dikin em ê berxwe bidin. Li ser vê esasê biryar hate standin ku 19 Tirmeh ê em destpê bikin. 19 Tirmeh ê li Koban ê destpêkirin. Hindirê rojekê de rabûn çi tiştên rejîmê hebûn giştî dest dane ser. Ê ku rejîmê ve girêdayî yê ku derketî derve qewitandin yên dî girtin..Herem îlan kirin ku 19 Tîrmeh ê de Koban ê rizgar bûye. Heman demê de 20 mehê ji xwe Efrîn , pê re Cizîr ê bû. Heremên rizgarkirî hat îlan kirin. Şoreşa 19 Tîrmeh ê vî awyî destpê kir. Parastina rewa bû Em mecbur bûn bikin. Ji bo ku heremên ne nebe qada şer ji bo rejîmê û komên dî. Giştî quwwetên wan ji derve hatine. Cebhet el nusrane, wê çaxê lîwa tewhîdin nizanim çine. Wê çaxê giştî li serê me bûne bela. Rejîmê re şer bikî keyfa xwe yî lê li herema me me ne hilîşt tiştek bikin. Wê çaxê, piştî 19 ê Tîrmeh ê ku wargeh hate îlan kirin em bûne hedef. Berê wê rejîm hedef bû, lê piştî me îlan kir û wan dît mesela Kurdan pêş dikeve wê çaxê em bûne hedef, heremên me bûne hedef. Dixwazin vêca me tine bikin. Piştî 19 Tîrmeh ê Serêkaniyê destpêkir.
Xwestin Serêkaniyê dagir bikin.Cebhet el nusra û wan êrîşî Serêkaniyê kirin. Wê çaxê berxwedan çê bû. Heta niha jî hîn berdewam dike. Rejîm nema îja şerê me bû li hemberwan komên ku bi Tirkan ve girêdayî ne.Pişt re jî DAIŞ hat 2014 de. Berê da em wek PYD ji 2007 an kongreya me ya 3. de me mesela rêveberiyê îlan kiri bû. Çawa ku dikarin komîte bên avakirin, meclîs çê bibin, gel dikare biryarên xwe bidin. Hêdî hêdî me hinek meclîs çê kiri bûn. Ew meclîsên me jî rejîmê ku dizani me çê kiriye dihatin digirtin dikirin hindir de hata ku tobe dikirin berdidan. 2007 an de hewildanên me hebû em rêxistin bikin. Niha 19 Tîrmehê jî ew komîteyên me heyî ew mirovên me heyî ê wek rêveber dinav gel de partî û yên parastinê biryar bi giştî hat standin. Ji aliyekê de biryara gel bûku bê standin.Biryar ne ya şexsê kê bû ne ya PYD ê tenê bû. Giştî tê bûn. Me destpêkê da ji ber tiştekê me yê amadeyî tinne bû, derfeta me ji bo parastina me bû ne ji bo êrîşekê kesekê bikin. Bê plankirî bû. Me ji bo parastina xwe dikir. Ji ber vê pirsgêrêk derketin piştî 19 Tîrmeh ê valehiyrk çê bû. Rejîm tinne , kesek tinne, îdafe jî nehetiye çê kirin û şer jî ji aliyekê devam dike. Li aliyê leşkerê rêveberiya xwe hebû lê gel çi bike? Pirsgirêk li vir de bû. Îja em fikiriîn ku rêveberiya gel çê bibe. 2013 an ji xwe biryar hate standin rêveberî çê bû. Lê biryarê xwe de çawa bû? Wextê ku em dibêjin rêveberî, rêveberî jî saziyên xwe hene, civak heye, dikare civake birêve bibe. Rêya li pêş me ya dawî me xwe li ser gel dît. Bila gel xwe biryare xwe bide. Bila meclîs çê bibin. Li gundekê pirsgirêkek heyebila cem hevûdu runin 10 kes an 20 kes ê ku gund temsîl dikin an ruspine bila bên cem hevew bila runin bi xwe bifikirin vê pirsgirêkê çaw çareser bikin. Biryara wan jî tişta ku digehe rêveberiyê an li me dikeve wek partî em gazî wan dikin tişteka ew dixwazin. Bi vî awayî çê bû. Gel bi xwe radi bû, gel bi xwe pirsgirêka xwe dibîne bi xwe jî çareseriyê pêşnîyar dike, em pê re dibin ysk em pê re çareser dikin. Ji ber vî awayî hereketa me ji 2012 an de ku mesela rizgar kirina hereman de heta îro jî dîsa wisaye. Kesekê ku radibe bixwe biryarê dide, bêgel an tişte dî tinne. Ji her alî tu dê giraniya xwe didî gel. Gel dikare xwe rêve bibe, gel dikare biryar bide, gel dikare pisrgirêka xwe çareser bike, gel bi xwe pêşniyar bike . Yanî azadiya gel rêveberiyê rêveberî jî gel bixwe ye. Ev jî tiştekê pir serkeftiye. Hem barê rêveberiyê sivik dike. Hewce nake tu li Qamişlo runi pirsgirêka Kobanê çareser bikî. Gelê Kobanê bi xwe heye. Heta Kobanê jî hewce nake tu li bajêr runi çareseriyê ji gund re bibîni. Gund bi xwe çareseriya xwe dibîne, pêşniyar dike. Tişta ku bi xwe dikarin bikin dikin, yê ku nikarin bikinwê çaxê rêveberiya Kobanê dike an ê dî dike. Giştî bihevre girêdayiye lê tişta ku girîn li vir de baweriya gel hebe, biryara gel hebe gel dikare xwe rêve bibe. Ew gelê ku bi xwe piragirêkê jiyan dike ew bi xewe dikare çi pirsgirêke xwe hene li ser bifikirin û çareseiyê jê re bibînin. Niha ji xwe ew rihê ciwantiyê şoreşan çê dike, guhertinan çê dike. Belkî 19 Tîrmeh ê ne ciwan bi tenê xwe bûn em civak giştî li wir bûn. Lê pêşengî ciwan bûn . Hinek kal û mezinan biryar dan, nêrîn dan lê yê ku diçûn êrîş dikirin,şer dikir, parastin dikir ciwan bûn. Ji xwe şoreş ya ciwanane. Wexta ku mirov behsa şoreşê dike rihê ciwana tê bîra me, ew rihê fedakarî, ciwan hîn nexweşiyên cicak pê dikeve xirap dibe ew pê ne ketine, pak zelal difikirin, nirxên mirovahiyê ve girêdane.
Tiştên mejiyê wi de hene cîhanekê çawa de jiyan bike.Li gor vê jî tekoşîna xwe didin. Ji ber vê awayî rihê şoreşan giştî tim ew rihê ciwantiyê ye. Ew rihê ciwanane ku dikare xwe li ser zilmê qebûl neke, koletiyê qebûl neke, dikare li hember rabe. Ji ber vê dijminê gelan giştî berê cuwan û jin hedefin. Cuwanan dikin hedef ji bo pêşeroja wi gelê tinne be û jinan jî dikin ji bo ku civakê xirap bikin. Vane her du jî ji bo me , ji bo doza me, , ji bo gelê me pêkhateyê stratejîk in dinav şoreşê de, hem ciwan hem jin. Ciwan bi xwe dikare xwe pê bixe, ji aliyê perwerdê de ji aliyê zanebûnê, ji aliyê nirxan de. Tişta ku ji her tiştî girîngtir nebin qurbanê şerê taybet. Şerê taybet dinav me çê dibe. Hûn jî her roj dibînin ka dijmin çi dike. Ji aliyekê maddeyên hişbir berdidin haya te jê nabe, tu nizani. Ji aliyekê de meseleya bêehlakiyê jinan dikin wesîle beredidin. Ji hêlekê de mejiyê wan didin. Ji hêlekê da li înternetê bihezaran malper çê dikin ji bo ku ciwan rê derkevin. Hem derewan dike hem bêbaweriyê dinav civakê de çê dike û hem jî dixwaze hinekan bikêşe li aliyê xwe. Dijmin bi qasî ku masrafê ku li şerê çekdarî dke li hember gelê Kurd li hemberê YPG, QSD heta li hember gerila şerê ku dike bi qadî wê jî li meseleya propaganda û mesela înternetê jî dikin, çê dikin. Kom çê kirine, 50-60 mirov ji bo xeberên derewîn derxin, ji bo nefsiya ciwanan, çawa ku dê bikarin tesîra psikoljîk li wan bikin. Ciwan hedefin, civak hedefe. Tu dibîni yek derewekê dije nîv seet derbas nabe 5 zimanan de belav dibe. Mînakên xwe jî her roj derbas dibe. Em li vir, Rojava jî dibînin wekî din jî dibînin. Tişta ku taybetî ji ciwanan tê xwestin û jinên gelê Kurd tê xwestin berê her tiştî nebin qurbanê şerê taybet. Bi sedan malper çê kirine, bi navê xweşik. Nizanim “Qehremanên Kobanê”, “ Qehremanên Qamişlo” û hwd.Karê wan tinne, navê wan xweşike, balkêşe ji bo ku jehra xwe bikarin berdin nav xortan, ciwanan û civakê. Ji bo vê meseleya xortan jî , ciwana jî yek perwerde jê re gerek haya xwe jê hebin dudu nebin qurbanê şerê taybet sisê vaye ji giştî re girîng tire û bila bizanin jî berpirsyariyekê dîrokî ji wan re tê xwestin. Li hember gelê wan em îro li Rojava dibînin ma kî şerê me nake? Ji tirkan re bigre, ji rejîmê bigre, , ji rusan bigre, ji emerikan re bigre. Her yek bi awayekê şerekê dike. Rus bûne mafya, dixwazin her tiştê me , hebûn û tinebûna me bigrin dest. Emerîka dixwaze me ji xwe re biduv bike çi dixwaze em jê re bikin. Rejîm dixwaze me tinne bike. Tirk dixwazin me tinne bikin. Iran dixwaze me giştî ji holê rake. Dostê me encax em bixwene, gelê xwe ne .
Ku em jî şaşitiyê bikin bi rastî emê biryarekê de herin. Ji ber vê ciwanan re tê xwestin van lîstîkan bizanibin. Serdemê xwe çi ne? Serdemê vî tiştî çi ne? Çima ew qas dewletên heremê, hêzên navnetewî ji bo çi ji Kurdan ditirsin? Eve ne ji niha wisa ye Dîrokê binêrin ji 200 sal û vir de. van planan li ser Kurdan çê dikin ku Kurd hevûdu negirin, statuyekê xwe çê nebin. Ji ber vê denklema ku heyî li Rojhilata navîn heyî giştî tê guhertin. Ev jî ne li xizmeta berjewendiyên wan deye. Ji bo vê jî divê ciwanên me bizanibin. Ev guhetrin dê ciwan bikin. Em îro gehiştine merheleyekê bi deh hezaran şehîdên me hene. Kî ne giştî? Giştî ciwanin. Giştî ciwanên ku her yek mîna gulekê, mîna çîçekekê dihere ji bo ku şeref û kerameta xwe qebûl nake dihere şehîd dikeve, xwîna xwe hilde. Gerek em bi xwîna wan re dirust bin, em bi xwîna wan re dirust bin em dikarin armanca wan ewa ku pê ve hate girêdayîn , hişê wan ve hatiye girêdayîn , xwesteka wan jiyanê de çiye em dikarin bişopînin, pêk bînin . Viya emanete destê me de , erkekê mirovahiyêye destê me de ye. Berê her kesê destê ciwanan de ye. Gotina min ji bo ciwanan evin. Hay ji xwe hebin, nebin qurbanê şerê taybet û xwediyê xwe derkevin. Deh hezar hevalên we, yên mîna we giştî şehîd ketin. Eger hun xwedî lê dernekevin kal û mal dê ku lê xwedî derkeve. Tabî em jî dê lê xwedî derkevin lê yê pir hevalên te ne. Hevalê ku bi te re jiyan kiriye, exlaq û bi girêdana nirxan ve û dihere ji bo kerameta te şehîd dikeve ma tu dê wan bi tenê dihêlîni. Ku tu wi bihêlînî wateya wê ewe ku tu ji mirovatiya xwe derketî. Vane ji me re tê xwestin.