HELEB – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li Taxa Şêx Meqsûd ya Helebê li dijî bê hurmetiya li hember goristana şehîdan daxuyaniyeke nerazîbûnê dan.
Daxuyanî ji aliyê endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Hemrîn Xelîl ve hate xwendin.
Daxuyanîya li ser navê ciwanan hate xwendin wiha bû:
“Êrişên li ser Tevgera azadî û gelê kurdistanê, berdewama komploya li dijî Rêber APO ye. Dijminê metînger li Îmraliyê tecrîda li ser Rêber APO giran dike û êrîşî çiyayê Kurdistanê û gerila dike. Her wiha li Rojava jî bi dagirkirina bajaran ve, wek çawa li bajarê Efrînê kiriye û guhartina demografî ya li Bakur û
Rojhilatê Sûriyê çêdike. Her wiha jî ev êriş bi sedema vejandina çeteyên DAIŞ’ê li xaka Sûriyê nîşaneya qirkirin û koçberkirina gelan e.”
Ev bû 4 Sal zêdetir bajarê EFRÎNÊ ji hêla dagirkeriya dewata Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, her wiha gelek guhartinên damografîk u guhartinên etnîkî Dane çêkirin.. herî dawî dest dirêjiya li ser goristanên şehîdan dike, cihên herî pîroz binpê dike, bi van qirêjiyan dixwaze şerê xwe yê pîskolojik û şikestinên manewî li ser gelê me bimeşîne.
Êdî ev dewlet hemû xetên sor derbas kiriye: Ji qetilkirin, tecawîz kirin, binpê kirina û talan kirina
cihên pîroz e. Em wek Tevgera ciwanên şoreşger û yekîtiya jinên ciwan li dijî vê hovîtiya çeteyên dewleta tirk ya dagirker her tim di nav çalakiyan de bin, her li qadan bin û hesab ji dijminê qirker û dagirker bipirsin. hember van hovîtiyên bê dawî wê jiyanek aram tu carî ev faşîzmê di xaka me de jiyan
neke. li ser vê bingehê em bangawaziya hemû ciwan û gelên kurd dikin WERIN CENGA AZADIYÊ
û em bi hev re têk bibin dagirkerî .”