GERMIYAN – Gerîlayê HPG’ê Botan Germiyanî yê ji Başûrê Kurdistanê, di 5. salvegera şehîdbûna xwede li Germiyanê hate bîranîn. Di merasîma şehîd de banga beşdarbûna pêngava, “Werin Cenga Azadiyê” li ciwanên Gemriyanê hate kirin.
Duh êvarê, bi pêşengiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer, li bajarê Kelarê ya girêdayî herêma Germiyanê gerîlayê HPG’ê Botan Germiyanî di 5.emîn salvegera şahadeta xwede bi merasîmeke girseyî hate bîranîn. Merasîma ku bi amadebûna malbata Botan Germiyanî, hevalên wî, welatiyên herêma Germiyanê û hevserok û endamên Tevgera Azadî, welatî û kesayetên Germiyanê pêkhat, bi yek xulek rêzgirtin ji hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re destpê kir. Di merasîma ku li parka Rewşebîran a Kelarê rêve çû de, peyamên derbarê şehîd Botan de hatin xwendin.
Di merasîma bîranînê de destpêkê birayê Botan Germiyanî, Rewend Mihemed Reşîd bi boneya salvegera şehadeta birayê xwe axivî û got; “Raste dewleta Tirk bi awayeke fizîkî ewladek ji malbata me bir, ma gengaze ku em her wisa rûnin û xwedî li şehîdê xwe dernekevin? Bêgûman nexêr.”
Bi navê Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer jî Mihemed Mehmûd peyamek xwend û got; “Heval Botan Germiyanî ku ewladekî Gemriyane û ji malbateke welatparêz tê, bi eşq û hezkirina Kurdistanê mezin bûye. Rojek Leyla Qasim, rojek Mame Rîşe û rojek jî gerîlayên Krudistanê di rihê xwede daye jiyankirin. Ev hevalê me ku endamê Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê bû, bi wêrekî û eşqekî şoreşgerî, gav berbi gerîlatiyê ve avêt.”
Di daxuyaniya ciwanan de bang li ciwanên Germiyanê kir ku bi rihê Botan Germiyanî yê şoreşgerî, tevlî pêngava, “Werin Cenga Azadiyê’ bibin.
Endamê Tevgera Azadî Cûma Kerîm jî axivî û ev peyam da; “Şehîd Botan û tevahî şehîdên Gemriyanê, rolake ewan a mezin hebû, di tevgera azadîxwaz, şoreşgerî ya gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê de. Ew bi canfedayî pêşengî kirine. Em di kesayeta şehîd Botan de hemû şehîdan birêzdarî bibîrtînin û bejna xwe li ber malbatê ditewînin.”
Piştî xwendina peyaman, sînevîzyoneke li ser jiyan û têkoşîna Botan Germiyanî hate nîşandan.