QAMIŞLO – Li Qamishlo, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger di derbarê Şoreşa Rojava ya 19 Tîrmeh 2011 de ji ajansa me re axivîn. Ciwanan bal kişandin ser pêşengtiya ciwanan a di şoreşê de, tekez kirin ku ew ciwan in ku dê statuyê bidin şoreşê û wê biparêzin.
Endamê ciwana Dijwar Elî:
Wate û naveroka têgîna şoreşê di esasê xwe de wek karakter û taybetmendî ciwantiyê tîne bîra mirovan. şoreş rêxistinbûn û pergalbûneke nû îfade dike. pergal û zîhnîyetên desthilatdar yên beriya xwe red dike û wisa destpê dike. Zext, zor û bindestiya ku liser civakê tê ferz kirin, çand û dîroka ku tê tine kirin; qebûl nekirin û şer û têkoşîn meşandin e. Şoreşa 19 Tîrmehê jî liser vî esasê hate destpêkirin. Di pêvajoya beriya Şoreşê de jî ciwan heya astekî xwedî rêxistinbûn û çalakiyan bû lêbelê pir zêde bi pergal nebû. Bi pêşketina şoreşê ve ciwan di tavhiya qad û beşên civakê de xwe rêxistin kirin û pêşengtî kirin.
Ciwanên Şoreşger di Şoreşa Rojava de bi awayeke aktîf û pêşeng rola xwe lîst û di parastina welat de cihê xwe girt. Di şerê destpêka şoreşê de jî di şerê li hember dagirkeriya tirk û çeteyên Daîşê de jî bi wayek pêşeng û bi bandor rol lîst û hîn jî vê pêşengtiyê di her qadên şoreşê de dimeşîne. Disa şerê Kobanê, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî de jî wek hêza esasî ya parastina civakê pêşengtî kir. Di Şoreşa Rojava de ciwan xwe bi rêxistin kir, wek hêza serke ya parastinê di avakirina destpêka YPG û YPJ ê de cihê xwe girtin û di çeperên şer yên pêşî de şer kirin. Dîsa bi rêxistin bûn û sazîbûnên xwe ve pêşengtiya sazîbûn civakî û leşkerî kirin û bingeha tevahiya saziyên civakî xurt kirin.
Ciwanên xwe spartin felseya Rêber Apo ya xeta serkeftinê di şoreşê de jî serkeftî bûn. Di rêxistin kirina gel û ciwanên netewên cuda de pêşengtî kirin. Gel û ciwan gihandin wê astê ku bi ax û welatê re werin girêdan, di oxira parastina welat de heya dawiyê berxwe bidin û şer bikin. Ciwan bi pêşketina şoreşê xwe zêdetir perwerde kirin, zana û çalak kirin. Bi rêya vê zanebûna ku ji perwerdeyê girtîn jî ciwanên derdora xwe û civakê jî perwerde kirin. Li hember her cure êrîşên şerê taybet û psîkolojîk têkoşîn dimeşînin û xwe rêxistin dikin.
Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Newroz:
Di 19 ê Tîrmehê de şerê ku li Kobanê destpêkir de ciwanan pêşengtî kir û pêşxist. Ji aliyê leşkerî ve jî ciwanan di destpêka şoreşê de ji bo parastina welat pêşengtî kirin û di çeperên pêş de şer kirin û şehîd dan. Dagirkeriya dewleta tirk û tevahiya hêzên mêtînger yên li dijî vê şoreşa ku bi Pradîgmaya Rêber Apo pêk hatiye îro jî êrîşên xwe yên qir kirin û tine kirinê bi her awayî didomînin. Ciwanên şoreşger jî bi zanebûn û hêza ku ji şoreşê girtiye di tevahiya qadên têkoşînê û jiyanê de liser esasê parastina cewherî têkoşîn dimeşîne û peşengtî dike.
Tolhildan Zerdeşt jî wiha got:
Di roja me ya îro de jî ciwan her ku diçe rêxistinbûn, pergalbûn û sazîbûna xwe zêdetir pêş dixe berfireh dike û ji bo tevahiya ciwanên Suriyê û Rojhilatanavîn dibe dibe cihê hêvî, cesaret, bawerî û îradeyê. Îro bi îddîa û biryardariyeke mezin ve pêşengtiya gel û netewên cûda û ciwanên wan dike. Di pêşxistin û belav kirina fikir û felsefeya Rêber Apo, paradîgmaya Modernîteya Demokratîk de ji aliyê rêxistinbûn, çalakî û parastina cewherî de pêşengtî dike. Di heman demê de liser esasê perspektîfa Rêber Apo ya Şerê Gelê Şoreşgerî rêxsitinbûna xwe pêş dixe, liser esasê parastina cewherî ciwanan û civakê rêxistin dike.
Em wek tevgera ciwanên Şoreşger di salvegera Şoreşa Rojava de, Şoreşa ku bi felsefeya ciwantî destpê kirî û ciwantî serdikevin de şoreşa mirovahiyê, şoreşa jin û ciwanan li Rêber Apo, li şehîdên leheng yên şoreşê, li tevahiya ciwanan, gelên welatparêz, berxwedêr û têkoşer pîroz dikin.