NAVENDA NÛÇEYAN – Cangoriyên di qetlîama Pirsûsê de hatibûn kuştin, di salvegera şehadeta xwe de hatin bîranîn.
Beriya bîranîna ku wê li Goristana Gazî ya Sûltangaziya Stenbolê pêk pê, gel li Cemxaneya Gaziyê li hev kom bû û bi sloganan heta goristanê meşiya.
Parlementera HDP’ê Dêrsim Dag jî di nav de gelek kes tevlî bîranînê bûn.
Endama Desteya Rêveber a SGDF’ê Hîvda Selen li ser goristanê axivî û diyar kir ku kesên hatine qetilkirin dixwestin piştgiriya gelê Kobanê bikin û pêlîstokan bibin ji zarokan re. Selen got “Me bi hev re Kobanê parast, em ê bi hev re ava bikin. Me li wir gelek şehîd da û em li ser şopa wan şehîdan dimeşin. Dewleta kujer xwest şoreşê li baxçeyê Amarayê bixeniqîne. Kujerên Pirsûsê, kujerên Denîz Poyrazê ne. Kesên ku qetlîama Sêwasê kirin berpirsên Qetlîama Garê ya Enqereyê ne.”
Dîlek Şeker a ku bavê wê Îsmet Şeker di qetlîamê de hatibû kuştin got “6 sal berê ji bîra min dernakeve. Em bêyî sekin li edaletê digerin lê edalet tune.”
Hevseroka ESP’a Stenbolê Ezgî Bahçecî jî diyar kir ku ev qetlîam li dijî têkoşîna yekgirtî ye û got “Di dîroka Tirkiyeyê de qetlîam û faîlên kujerên wan ne diyar hene. Em ê hesabê van tiştan bipirsin.”
Parlementera HDP’ê Dêrsim Dag jî got “Em sozê didin şehîdên Kurdistan, Pirsûs û Rojava, em ê Rojava biparêzin. Em ê bi parastina şoreşa Rojava, bîranîna şehîdên Pirsûsê bidin jiyîn. Em ê xeyalê wan di nîvî de nehêlin.”
Veysel Ozdemîr ê ku di qetlîamê de hatibû kuştin li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoyê ya Amedê hat bîranîn. Malbata Ozdemîr, parlementerên HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn û Semra Guzel, Rêveberên bajar û navçeyan ên HDP’ê, rêveberên MEBYA-DER, TÛHAY-DER û TÎP’ê tevlî bîranînê bûn.
Rabiya Ozdemîr a ku dayika Ozdemîr e diyar kir ku wê lêgerîna xwe ye edaletê bidomînin. Piştî bîranînê qurnefîl danîn ser gora Ozdemîr.
ŞIRNEX
Ûgûr Ozkan ê ku di qetlîamê de hatibû kuştin jî li ser gora xwe ya li Cizîra Şirnexê hate bîranîn. Xwişka wî Hatîce Ozkan, parlementera HDP’ê Nûran Îmîr, endamên MEBYA-DER’ê, Rêxistina HDP’a Cizîrê, Dayikên Aştiyê û gelek kes tevlî bîranînê bûn. Beriya bîranînê polîsan nehiştin ku Hatîce Ozkan tevî wêneyê bi çarçove têkeve goristanê. Ozkan got “Sibehê destûr nedan ku ez evî wêneyê bi çarçove yê birayê xwe werim ser gorê. Ez tedawiya kemoterapî dibînim ligel ku min ev tişt got jî ez asteng kirim. Birayê min ji min stendine, hê çi dixwazin.”