GEWER – Bi minasebeta Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê, li gelek cihan gelek çalakî bi pêşengiya ciwanan hatin lidarxistin.
DGH Gewer daxuyaniyeke nivîskî da û di derbarê çalakiya ku bi minasebeta 10’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê kir de agahî da.
DGH li ser çalakiyê; “Yekîneya me ya DGH bi munasebeta 10 salvegera şoreşa Rojava bi fîşekên hewaî êrişî navenda kontrolê ya polîsan li navenda sûkê û di riya navçeya baregehê û 75. salvegera Polîsan de çalakiyek kir.” hate gotin.
Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku polîsê Tirk ê faşîst û mêtînger, ku li derdorê bûn, piştî êrîşê ciwanên DGH pêk anîn ji tirsê reviyan.