HESEKÊ – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê têkildarî operasyona hêzên QSD û Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya fermî, weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Di roja 21`ê Tîrmehê de, Yekîneyên Antî Teror û hêzên Koalîsyona Navneteweyî, li gundê Xirbet Camûs ê rojhilata Hesekê li hember şaneyeke xeternak a DAIŞ`ê ku berpirsyarê gelek bûyerên sûqesta sivîlan bûn operasyonek hevpar li dar xistin.
Di operasyonê de endamên şaneyê ji bo ku bikaribin birevin, şer derxistin. Di vê şer de şervanek me şehîd bû. Piştî şer, hêzên Koalîsyona Navneteweyî li hember nuqteya çeteyan êrişeke hewayî bi du fûzeyan li dar xistin. Di encama vê operasyonê de 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî hatin girtin.
Di dema ku hêzên me li cihê bûyerê lêgerîna xwe a destpêkê dikirin, rastî cenazeyê zarokekî ku hatibû kuştin hatin. Ji bo zelalkirina sedema kuştina wî zarokî hêzên me wê bi çeteyên hatine girtin lêpirsînê bikin.”