QAMIŞLO – Şoreşên ku navê xwe di dîrokê de nivîsîne, pêşengtiya hemuya ciwanan kiri ye. Wek hêza sereke Ciwanan dîrok guhartiye û teslîmê gel kirî ye. Şoreşa Rojava de jî pêşentî dîsa destê ciwanan de bû. Ciwanên ku vê şoreşê re pêşengtî kirine di derheqê şoreşê de ajansa me re axivîn.
Harûn Apoyî axaftina beşa duyemîn de behsa Şerê Taybet ê ku li ser kurdan tê meşandin kir û wiha got:
Dijmin êdî fêm kir ku bi şerê taybet nikare gel ji tevgera Apoyî dur bixe.
Bi tevahî axaftina beşa duyemîn ya Harûn Apoyî wiha ye:
Di sala 2012 an de dijmin êdî fêm kir ku bi şerê taybet nikare gelê ji Tevegera Apoyî qut bike. Berovajî di sala 2012 an de Enks ê hêrsa gelê Kurd a li dijî rejîma Baas bikar dianî û di medyaya Erebî de ku ji bo pêşeroja xwe dişuxuland û îstîsmar dikir de ev rewş li wan vegeriya. vê carê Enks ê di meşaên ku rêxistin dikir de di derdora wan de 100, 200 kes kom dibîn; dema ku tevgera Apoyî di pêşengtiya ciwanan de meş rêxistin dikir bi deh hezaran însan komdibûn û radibûn ser piyan. Di serîde Efrîn û Kobanê di tevahiya Cizîrê de jî bi giştî rewş bi vê şeklê bû. Ango em dikarin bibêjin ku di sala 2012 an de tevahiya gel berê xwe dabû tevgera Apoyî. Enks di quncikên kuçe û kolanan de bi 100, 200 kesên derdora xwe ve mabû bi tenê. Êdî çeteyên tirk, Berzanî, xelîc dîsa çeteyên Suudî, Qatar,Îmarat û çeteyên Amerîkî di polîtîkayên xwe yên ku liser kurdan dimeşandin de binkeftin. polîtîkayên kurdên ku ji aşê van re avê diherikand di pêvajoya 2011, 2012 an de ji aliyê tevgera azadiyê hate qedandin. Jiber vê yekê polîtîkayên wan yên şerê taybet li hember tevgera azadiyê têkçûn. Wan bi rê û rêbazên şerê taybet êrîş kirin lêbelê nekarîn encam bigirin. partiyên girêdayî Berzanî jî êrîş kirin lêbelê wan jî encam negirt. Bi polîtîkayên îslamîst xwestin Kurdan bikin xercê siyaset û armancên xwe di sala 2012 de ev jî hate vala derxistin û encam negirtin. Sala 2012 an di Suriyê de veguherî saleke ku çeteyên Suriyê veguherî Cepet El Nusra Îxwanî Muslîmîn, Artêşa azad. Daîşa ku heya wê demê xwe dibin navê Artêşa Azad de vedişart, êrîşê Reqqa, Dêrezor, Hesekê, derdora Heleb, Minbiç, Ezaz, Bab, Cerablûs, îdlib, Hims, Hema, Dera û derdora Şam kir û xiste dorpêçê. Çeteyên tirk, dewletên xelîç û Amerîkî her ku di vê pêvajoyê de her ku çû pêşde çûn û xurt bûn. Jiber ku 122 dewletan çek, cebilxane, maliye û ji gelek aliyên di ve piştgirî dida wan. Ev jî dibû sedem ku ew zêdetir bikaribin pêşde biçin û xurt bibin. Rejîma Baas her ku diçû paşde diket hema bêje berbi belavebûnê bû.
Di 2012 an de yên ku binavê xwe muxalîf bûn di Surîyê de pêşdiketin û di Rojava de binketin. Rews wisa lê hatibû ku her der girtibûn gihabûnheya balafirxaneyê. jiber ku li heöber serhildan û çalakiyên tevegra Apoyî têk çûn, vê carê derbasî merhaleya duyemîn bûn. Merhaleya duyemîn jî ew bû ku bi hêzên çekdarî bi piştgiriya 122 dewletan derora Suriyê dorpêç bikin û jiber fêm kirin ku bi Enks û medyay xwe ya şerê taybet nikarin biserkevin serî li hêzên çekdarî dan ku qadên Rojava bixin bin kontrola xwe. Xwestin Rejîmê derbixin û bixin bin kontrola xwe. Bi vê şeklê xwestin Kurdan bixin bin kontrola xwe.
Di vê pêvajoyê de Şoreşa 19 ê Tîrnehê pêk hat. Wê demê de çeteyan êrîşê Minbiç, Sirîn û Cerablûs girtin, êrîşê Şêxler kirin. Xwestin derdora Kobanê re êrîşê Girê Spî bikin. Wê demê em li Kobanê di civînê de bûn. Hevalan gotin em demil dest tedbîr bigirin, çete pêş dikevin û ewê werin Kobanê jî bigirin. ewê bêjin em li rejîmê didin lêbelê armanca wan bidest xistina bajarên kurdan e. jiber vê yekê êvara 18 ê tîrmehê biryara seferberî hate girtin, di şeva 191 ê Tîrmehê de jî derdora Kobanê hate dorpêç kirin û biryara şoreşê hate girtin. Di 19ê Tîrmehê de saziyên li Kobanê hatin kapat kirin û tevahî rêyên ku tên diçin Kobanê hatin kapat kirin. Cepheyek jî li pêş hêzên muxalîf hate vekirin û nokteyên kontrolê hatine danîn. Hêzên me yên YXK ku heya wê demê bi awayê veşartîbûn derketin li holê. Ango êdî gel serî radikir. Gelê ku jêre pêşengtî hate kirin, li Kobanê Efrîn û Cizîrê di her tax û kolanê de û herêmê de gurubên parastinê rêxistin dikir, nobeta xwe digirt. Bi daran nobet digirtin. Wê demê çek jî tinebû û gel bi vê şeklê kolan û taxên xwe diparast. Herder hatibû rêxistin kirin. Di sala 2012 an de girseha bi deh hezaran gelê ku hatibû rêxsitin kirin û serî hilda û di 19 ê Tîrmeha 2012 an de Kobanê rizgar kirin û vê pêlê bi xwe re şoreş anî. Di pêşengtiya parastina cewherî a YXK ê de Kobanê hate rizgar kirin. Di 20 Tîrmehê de jî Efrîn hate azad kirin. Dîsa bi pey wî re Dêrik, Amûdê, Dirbêsiyê, hatin rizgar kirin. Bi vê şeklê êd^, rizgar kirina bajarên Rojavayê Kurdistanê destpêkir. Bi hêz, rêxistinbûn û zanebûna gel ve ev şoreş destpêkir.
Di 19 ê Tîrmeha 2012 an de YPG bi awayek fermî xwe îlan kir û ragihand. Xwe wek hêza parastina vê welatê binav kir. Li hember êrîşên ku ji aliyê muxalîfan ve pêş bikevin jî xwe wek hêza paarstin û xwediyê van axan ragihand. Bi vî awayî êdî bi şeweyeke fermî pergala gel hate îlan kirin. Pqij kirina Rejîmê di gel de baweriyeke mezin da ava kirin. Beriyê de baweriyeke mezin tinebû. Lêbelê dema ku baweriya xwe girt, rejîmê ji qadê derxist û dît ku şoreşa gelan pêktê. Ango sala 2012 an bu sala serhildan û bi rêxistinbûneke xurt ve pêkanîna şoreşê. Ev sal bû sala bi serweriya zanebûnê xebat tê meşandin, li hember her cure şerê taybet xwe parastin hatiye pêşxistin. Sala 2012 an bu sala cesaret û biryardariyê.
Sala 2012 an bu sala bi deh hezaran tevlêbûna ciwanan ya dinav refên YPG ê . Bê guman pêşengtiya vê şoreşê ciwanan dikirin. Di avakirin û rêxistin kirina hêza parastinê de ciwanan roleke sereke lîst. Serî rakirina di derdora ciwanan de destpêkir, veguherî hêzeke mezin ya leşkerî. Tevgera Ciwanan di sala 2012 an de kongreya xwe pêkanî û xwe wek Komalên Ciwan ên Rojava yê Kurdistanê rêxistin kir. Perspektîfa li gor rewşa şoreşê û pêşdîtinên mezinbûna pêşerojê ve rêxistinbûna xwe mezin kirinê wê demê ji aliyê ŞEHÎD BARAN MAWA ve hate danîn. Wê demê ji aliyê Şehîd Baran Mawa ve hate îfade kirin ku ciwan divê bi ruhê şoreşê jiyan bikin û tevbigerin. Tenê wek hêzeke serî rakirinê êdî têrker nahate dîtin. Jiber ku bi pêkhatina şoreşa Rojava ve ewê êrîşên ku pêş bikevin re amadekarî pêwîst dikir, tevgera ciwanan di nava 9 mehande Kongreya xwe çêkir û rêxistinbûna KCRK veguherî tevgera Ciwanên Şoreşger. Di sala 2012 an de heval Çekdar Amed bi destê hevkariya ENKS ê li Efrînê şehîd ket. Piştî şehadeta heval Çekdar Efrîn akademiyeke ciwanan bi navê wî hate vekirin. Şehîd Baran MAWA dewreya yekemîn ya vê akademiyê li Qamişlo di mala Şehîd Rubar de vekir û pêre mijûl bû. Konferansa yekemîn ya jinan a yekemîn jî di sala 2011 an de li gundê Kobanê Helincê çêbû. Di sala 2013 an de jî tevgera Jinên Ciwan konferansa xwe ya yekemîn çêkir. Bi vî awayî rêxistinbûna ciwanan û ya jinên ciwan hate ava kirin. Di sala 2012 an de bi pêşengtiya şehîd Çekdar Amed bi awayekî wêrek li ser Enks ê de çûn.Têkoşîna li hember Enks ê de piştî Şehadeta Ş. Çekdar Amed li Efrînê Enks hate asta tinebûnê.