NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwan hêza guhartinê ya ciwakê ye. Guhartinên mezin ên dîrokî her tim di pêşengtiya ciwanan de pêk tên. Şoreşa Rojava de jî pêşentî dîsa destê ciwanan de bû. Ciwanên ku vê şoreşê re pêşengtî kirine di derheqê şoreşê de ajansa me re axivîn.
Ciwanên ku di asta pêşengtiyê de vê şoreşê de cihê xwe girtiye yek jî Harûn Apoyî bû. Harun Apoyî di şoreşê de li ser îdeolojiya Rêber Apo sekinî û wiha got: Şoreşa Rojava û tevahiya pêşketinên Şoreşê bi ronî kirina perspektîfên Rêber Apo pêşketin.
Axaftina Harûn Apoyî ya beşa 5. tevahî wiha ye:
Di salên 2013, 2014 û 2015 an de dewleta tirk bi awayekî taktîkî bi armanca tasfiya kirinê pêvajoyeke hevdîtinê da meşandin. Di wê pêvajoyê de perspektîfên pir gîrîng ji aliyê Reber Apo ve hatin dayîn. Di vê pêvajoyê de perspektîfa Hêzên Suriye ya Demokretîk derkete li holê. Tevlêbûna hêz û netewên cûda ji vê hêzê re çêbû û bandorek mezin da ava kirin. Şoreşa Rojava û tevahiya pêşketinên Şoreşê bi ronî kirina perspektîfên Rêber Apo pêşketin.
Sala 2014 an bû sala pêşketin û serkeftinên mezin. Sala 2015 an jî hem di Rojava hem jî di Bakûrê Kurdistanê de bû saleke pêşketinên girîng. Di sala 2015 ande hemleya Kantonên Cizîr û Kobanê gihandina hevdû hatin destpê kirin. Çiyayê Kizwana hate rizgar kirin. Herêma di navbera Çiyayê Kizwana û Tiltemir hate rizgar kirin. Herêmên Girê Sipî û Silûk hatin rizgar kirin. Bi vê şeklê herêmêm Cizîr û Kobanê gihan hevdu û ev jî serkeftineke mezin bû. Vê rewşê moreleke mezin da ava kirin. Disa di sala 2015 an de qetlîma Kobanê, qetlîma Pirsûsê pêkhat û gelek welatparêz û şoreşgerên tirk û kurd hatin qetil kirin. Li Kobanê bi destê dewleta tirk nêzî 300 însan dinav de zorok û temen mezin hatin qetil kirin. Dîsa li Enqere û Amedê qetlîam çêbûn.
Di çerçoveya hemleyên ku dihatin pêşxistin de Ji aliyê Til Hemîs û Til Beraq û Hesekê ve hemleyên pêşdeçûyînê hatin kirin. Ev hemle sala 2016 an de veguherî hemleya rizgar kirina bajarê Minbiç’ ê. Hêzên Şoreşê pişt re berê xwe dan herêma rizgar kirina Reqqa yê. Bi ruh û baweriya rizgar kirina van qadan ve êdî bajarên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yek bi yek ji destê çeteyan dihate rizgar kirin. Bi rizgar kirina van bajaran ve di van qadan de pergala Modernîteya Demokratîk ya gelan hate rêxistin kirin; komîn û meclîsên demokratîk yên gel hatin ava kirin. Di nava belav kirin û bi pêşxistina vê pergalê de û şerê di van qadan de hate meşandin de tevgera ciwanan bi awayek aktîf cih girt û pêşengtî kir.
Di sala 2016 an de êrîşê dewleta tirk liser Bab, Ezaz û Cerablûsê çêbûn. Ev êrîş piştî rizgar kirina minbiç û ji bo xetên di navbera Efrîn û Kobanê dagirtinê hatin kirin. Bi destê Amerika, Rûs û Tirkiyê wek komplo pêş ket. Bi armanca Helebê teslîmê Rusya yê kirinê ve ji bo derbasbûna tirkiyê destûr hate dayîn. Ev jî bi armanca tasfiye kirina Şoreşa Rojava û pêşî lê girtina Tevgera Apo yî hate kirin. Amerîka û Rûsya destûra derbasbûna tirkiyê ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê dan. Ev jî bû destpê kirina dagirkirina Bakûr û Rojhilatê Suriye yê. Di sala 2017 an de liser navenda Reqqa ya ku Daîşê wek kelehekê rêxistin kiribû çalakî liwir rêxsitin dikir hemle hate destpê kirin. Bi vê şeklê Reqqa di sala 2017 an de hate rizgar kirin.
Di pêvajoya piştî rizgar kirina Efrînê de bi destê Amerîka, Rusya, Rejîmê bi rêya dewleta tirk êrîşê Efrînê kirin. Salên 2017, 2018 û 2019 bûn salên ku Amerîka û Rusyayê xwestin Şoreşa Rojava ya ku bi fikrê Rêber Apo pêşketiye di Rojhilatanavîn û cîhanê de lewaz bikin, bixin çemberê û di hekîmiyeta xwe de bihelîn in. Ango xwestin wisa bêjin ‘ Me ev şoreş li hember Daîşê bikaranî, niha jî sire hat ku em wan biçûk bikin, bixin bin kontrola xwe û axên rizgarkirî ji destê wan bigrin.’ Lêbelê berxwedaniyên Efrîn û Serêkaniyê, berxwedaniya gel û tevahî gelên cîhanê xistina tevgerê da nîşandan ku ev tevger bin nakeve, belav nabe û nakeve kontrolê.
Di van pêvajoyên Şerê Efrînê, Serêkaniyê û Girê Sipî de tevgera ciwanan bi ruhekî dinav têkoşînê de cihê xwe girt.Gelek hevalên leheng di van şeran de şehîd dan.