DRANCY – Li banliyoya Drancy ya paytexta Fransa Parîsê ku li ser banga aktîvîstên TCŞ’ê û di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan çalakî hat lidarxistin.
Gel li ber avahiya Navenda Çanda Kurd ya Drancy’ê hatin gel hev û piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan dest bi meşê kir.
Di dema meşê de gel bi berdewamî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwdana gerîla”, “Lîbere Ocalan” û “A bas le regîme fascîsten en Turquîe-( Bimre rejîma Tirk a faşîst)” hatin berzkirin.
Meş ku nêzî saetekê ajot, li ber avahiya şaredariya Drancy’ê daxuyaniyek hate dayîn û piştre bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Ciwanan diyarkirin ku çalakî di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” de lidarxistine û bang li hemû ciwanên Kurdistanê kirin ku di çarçoveya pêngavê de biherikin qadan.