NAVENDA NÛÇEYAN – HRE Bi daxuyaniyek nivîskî ve dîmenên çalakiya 24’ê Tîrmehê de ya ku li dijî leşkerên Tirk wesayîta ku bi Tîpa Kîrpî pêk hatî bû parvekir.
Daxuyaniya HRE bi giştî wiha ye:
“Li roja 24ê Tîrmehê, di navbera gundên Meryemînê û Mereskê ya navçeya Şera, li hember seyareyek zirxî ya bi cureya kirpî çalakiyek sabotajê hat li dar xistin. Di encama vê çalakiyê de ev kîrpî hat ruxandin, 5 leşker hatin kuştin, 8 leşker jî brîndar bûn.
Ev çalakî ji bo bersivdayina pêkanînên dijî mirovahî ya dewleta Tirk a dagirker ku di Şehîdgeha Efrînê de pêk anî, hat li dar xistin.
Hêzên Rizgariya Efrînê
25 Tîrmeh 2021″
https://www.nuceciwan85.xyz/ku/heval-leskeren-tirk-yek-bi-yek-disinin-mala-wan/