AMED – Bi daxuyaniyek nivîskî, Milîsên Parastina Kurdistanê ragihand ku wan ji bo balê bikişînin ser berxwedana li zindanan li dijî tecrîdê çalakiyek li navçeya Rezan Uçkuyular ya Amedê pêk anîn.
Daxuyaniya ku ji hêla Milîsên Parastina Kurdistanê ve hatî dayîn ev e:
Ji bo balê bikişînin ser berxwedana greva birçîbûnê ya li zîndanan li dijî tecrîdê ji aliyê yekîneya me ve hatî destpêkirin, li navenda Tedaş a li navçeya Uçkuyular a Amedê çalakiyek bi agir û molotofan hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de, wesayîtek aîdî Tedaş bû hedef û wesayît bi tevahî hat rûxandin.
Di berdewamiya daxuyaniyê de, Milîsên Parastinê diyar kir ku di demek kurt de hejmarek zêde tîmên polîs şandin cihê bûyerê û kesên li derdorê jî bi zîlgît û çepikan piştgiriyek mezin dan çalakiyê. Milîsên Parastina Kurdistanê ragihand ku yekîneyên ku çalakî pêk anîn bi saxlem vekişiyan baregehên xwe. Çalakiyên wan dê di pêşerojê de her berdewam bikin.