BURSA – Serlêdana ji bo hevdîtinê ji aliyê parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Nevroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez, Mazlûm Dînç û Serbay Koklu ve hate kirin. Parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin muwekîlê xwe bibînin.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji sala 1999’an dema dîlgirtina bi komploya navneteweyî û vir ve li Girtîgeha bi Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava tecrîdeke giran de ye.
Rêber Abdullah Ocalan herî dawî 25’ê Adarê li gel birayê xwe axivîbû û axaftina telefonê hatibû birîn.
Rêberê Gelan piştî 8 salan cara pêşî 2-22’yê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an bi parêzerên xwe re hev dîtibû. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û wir ve hemû serlêdan bêbersiv hatin hiştin.