MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan meşek li Minbicê organîze kir. Bi dehan şêniyên bajarê Minbicê tev li meşê bûn. Meş ji çerxerêya Mîzan dest pê kir.
Meş bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, topbaran û hedefgirtina gundewarên Minbicê, Til Rifet, Girê Spî û Til Temirê, her wiha êrişên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê, hate lidarxistin.
Meş li çerxerêya Meseb veguherî mitîngê. Di mitîngê de daxuyaniyek ji aliyê Hevserokê Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Minbicê Mihemed El-Hesen ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî, nexasim bajarê Minbicê û herêmên bakurê Iraqê, Avaşîn, Zap û Metîna hate şermezarkirin û wiha hate gotin:”Ev yek berdewamiya pêkanîna planên guhertina demografîk ku dewleta Tirk ji beriya çend salan ve li ser hesabê gelên herêmê pêk tîne ye.”
Her wiha di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji destpêka ku bajarê Minbicê ji aliyê şervanên QSD`ê ve ji tarîtî û zilma DAIŞ`ê hate rizgarkirin, dewleta Tirk bi dijwarî gundewarên ku sivîl tê de dijîn topbaran dike û armanca wê ew e ku tevlîhevî û metirsiyan di nava şêniyan de derxîne.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk dagirkeriya xwe li herêmên Sûriyê û herêmên bakurê Iraqê berfireh dike, dixwaze projeya neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser têk bibe ji ber ku ew projeya rizgarkirina tevahî gelên Rojhilata Navîn e.
Tevgera Ciwanên Şoreşger di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku ewê asta têkoşîna şoreşgerî li hember çi êrişên li ser xaka, rûmet û azadiya şêniyan bilind bikin û dê parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestbixin bikin.
Di dawiyê de hate gotin ew ê li hember êrişên dijmin bê bersiv nemînin û bi hêzên leşkerî re bisekinin da ku parastina şêniyan bikin.