NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî belavbûna agahiya ku li Xelîfanê alozî di navbera çekdarên PDK’ê û gerîlayan de derketiye bikarhênerên Twitterê yên Kurd, bi armanca şermezarkirina hevkariya PDK’ê ya li gel dewleta Tirk a dagirker û bi taybet jî dorpêçkirina herêmên gerîla, taga ‘KDPêdîBese’ vekirin.
Şevê din Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kiribu û îddîa kiribû ku komek gerîlayên PKK’ê êrîşê çekdarên wan ê li herêma Xelîfanê kirine. Lê çavkaniyên herêmî van îddîayên Wezareta Pêşmerge di derewînin û radigihînin, dema komek gerîla derbasê qadek din a xwe dibin, ketine kemîna çekdarên PDK’ê û hatine gulebarankirin. Ancax heya niha jî agahiyek zelal derbarê bûyerê de bidest neketiye û HPG jî hîn daxuyanî ne daye.
Piştî bihîstina bûyerê bikarhênerên Twitterê bi armanca şermezarkirina êrîşên PDK’ê yên li dijî herêmên gerîla û hewldanên dorpêçkirina kampên gerîla û kemîn avêtina pêş hêzên gerîla, taga ‘KDPêdîBese’ vekirin.
Kurd bi tagê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kirin û bang li desthilata PDK’ê kirin ku dest ji dijminahiya li Kurdan berde.
Peyam zêdetir bi zimanê Kurdî (Kurmancî), Tirkî û Îngilîzî hatin nivîsîn.