QAMIŞLO – Tevgera ciwanên Şoreşger li dijî ixaneta PDK meşeke meşaleyî pêk anî.
Îro êvarê saet 7’an de Tevgera Ciwanên Şoreşer li Qamişloyê li dijî hevkarî û êrişên PDK’ê meşeke meşaleyî pêk anîn.
Meşê ji dewara Xelîc destpê kir û heta dewara cotkaran berdewam kir. Meşa ciwanan ji aliyê gel û ciwanên herêmê ve jî rastî eleqeyeke mezin hat.
Piştî ku meş gihîşt Dewera Cotkaran mitîngek pêk hat. Li ser navê Rêvebiriya Ciwanên Qamişlo Mîla d axivî û diyar kir ku ew wek ciwanan li dijî kiryarên PKD bêdeng nemînin.
Meş bi sloganên “Bijî Berxwedana gerîla” ‘û Bijî Serok Apo” ve dawî bû.