PARÎS – Şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê û tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.
Li paytexta Fransa Parîsê çalakvanên TCŞ û Teko-JIN’ê bi daxwaza ku di nûçeyên xwe de cih bidin azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li avahiya Canal+ çalakiya bê îtaetiya sivîl lidarxist.
Tevî ku polîsan êrîşî ciwanan kir û xwestin wana asteng bikin, lê ciwan çalakiyên xwe didomînin.