TEBQA – Bi slogana “Werin Cenga Azadiyê” Tevgera Ciwanên Şoreşger li Tebqa perwerdeyek îdeolojîk ya vekirî ji bo ciwanan vekir. Perwerde îro li navenda Ş.Hanî El Alîs ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ya li bajarê Tebqa hate destpê kirin.
Hejmarek ciwan û jinên ciwan beşdarî perwerdê bûn. Îro dersa yekem li ser “girîngiya perwerdê” hate dayîn.
Ciwana diyar kirin ku armanc ji vê perwerdê ew e ku rêxistinkirina ciwanan mezin bikin û zanebûna wan xurtir bikin.