NAVENDA NÛÇEYAN – Têkildarî mijarê, Meclisa Medyaya Sanal a Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de, banga tevlêbûna hemleya haştagê ku wê 2`ê Tebaxê were destpêkirin, kir.
Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:
“Hejmara Êzidiyan li gelemperiya cîhanê derdora milyonekî ye. Êzidiyan di dîrokê de 73 komkujî û gelek qirkirin jiyane. Êzidiyên ku piraniya wan li Şengal a ku di nava sînorên Başûrê Kurdistanê de dijîn hatine qirkirin, rastî komkujiyan hatin û gelek trajedî jiyane. Li gor xala 140’an a ku qanûna Iraqê di sala 2007’an pejiran dibû statuya Şengalê dê bi referandum bihata diyarkirin. Referandum ji aliyê hikumeta Iraqê ve hate astengkirin.
Kurdên Êzidî, di salên 2014-2015’an de bi destê çeteyên hov ên DAIŞ rastî qirkirinê hatin. Di êrişên DAIŞ`ê de 2 hezar û 213 Êzidî hatin qetilkirin. Ji 390 hezaran zêdetir Êzidî ji cihên xwe hatin rakirin. 7 hezar Êzidî ji aliyê DAIŞ ê ve hatin revandin û jinên Êzidî di bazarê koleyan de hatin firotin. Aqûbeta 3 hezar jin û zarokên Êzidî hê jî nayê zanîn. Di 12 gorên komî yên ku di navberên cuda de hatine vekirin de, termên Êzidiyan hatin dîtin. 68 cihên olî yên Êzidiyan hatine talankirin.
Wexta DAIŞ êriş bir ser Şengalê, 12 gerîlayên PKK`ê bi sekneke wek 12 siwarên di destana Dewrêşê Evdî de ji bo ku Şengal û Êzidiyên ji çeteyên hov ên DAIŞ ê biparêzin, bûn seferber. Li Şengala ku pêşmergeyan ew der terikand gerîlayên PKK pêşiya qirkirineke mezin girtin.
Tiştên ku di 3’ê tebaxa 2014’an de di encama êrişa DAIŞ ê de hatine jiyîn ji bo êzidiyan wek qirkirina 73`an e û kete nava rûpelên dîrokê. Gerîlayên PKK û hêzên YBŞ ên ku di çiyayê Şengalê de bi cih bibûn bi awayekî hemwext bi şervanên YPG/YPJ ê re korîdorek di navbera Rojava û Şengalê vekirin û pêşî li qirkirineke mezin girtin.
Ji aliyê Desteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di 15’ê hezîrana 2016’an de raporek derbarê êzidiyan de hate weşandin û hate diyarkirin ku DAIŞ li dijî êzidiyan komkujî kir. Paşê, dewletên Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî Şengal ji bîr kirin. Li gel ku naskirina komkujiyê ya parlementoyên Holanda û Belçîkayê gavek erênî ye jî divê ev yek bê rojeva NY, Desteya Ewropayê û divê statuya zagonî ya Şengalê bê nasîn. Di xala sêyemîn a ji 4 xalên ku parlementoya Belçîkayê diyar kirine de destnîşankirina pêkanîna biryara rêveberiya hikumeta herêmî û hikumeta navendî ya Iraqê cih digire. Ev biryara ku tê wateya bê statu hiştina Şengalê ger pêk bê xwedî naverokeke wisa ye ku rê li ber komkujiyeke duyemîn veke.
Dewleta Tirk a dagirker gelek caran Şengal bombebaran kir û hê jî wek gefekê ye. Li dijî van êrişan, dewletên navneteweyî û Ewropa hê jî bêdeng dimînin. Ji bo ji nûve sazkirin û parastina Şengalê pêş bikeve û pêşî li êrişên dewleta Tirk bê girtin divê komkujiya êzidiyan bi awayekî fermî bê nasîn. Divê mafên civakî û rêveberî yên civaka Êzîdiyan bi statuyeke fermî bê misogerkirin .
Wek Meclîsa Medyaya Sanal a Kurdistanê, em bangawazî li hemû saziyên navneteweyî û dewletan dikin ku komkujiya li dijî êzidiyan ku gelê herî qedîm e bi awayekê fermî nas bikin. Yên ku komkujî pêk anîne û bûne sedemên komkujiyê divê bên darizandin. Jixwe, ji bo ku li Şengalê pêşî li komkujiyên nû bên girtin divê Rêveberiya Xweser a Şengalê ya ku vîna gelê Şengalê bi xwe ye bê nasîn. Li ser vê bingehê, em bangawazî li hemû kesê dikin ku bi awayekî çalak tevlî xebata me ya Haştagê bibin. Xebata me di dîrok a 02-08-2021’an de, Li gorî dema Amedê di seet 21:00`an de li gorî dema Brukselê di seet 20:00`an de di torên medyayî yên dîjîtal de wê destpê bike.”