GEVER – Malbata Kurd a di êrîşa faşîstan a li Konyayê de jiyana xwe ji dest da hat definkirin, çalakiyên protestoyî yên li dijî bûyerê li gelek cihan dewam dikin.
Bi heman armancê gelê Geverê daket kolanan. Meşa protestoyî ya ku bi hezaran kes beşdar bûn, ji Kolana Cengîz Topel dest pê kir û heta avahiya partiya HDP’ê ya li ser rêya Esendere dewam kir.
Di meşê de dirûşmên “Bimre Faşîzm”, “HDP gel e, gel li vir e” gelek caran hatin qîrîn, wan bi çepik û dirûşmeyên li ser rê ji dikandaran û gel piştgirî stend.
Meşa ku li ber avahiya partiyê veguherî mîtîngê, bi daxuyaniyên hatin dayîn bi dawî bû.