BEHDÎNAN – HPG’ê derheqê çalakiyê de ev agahî parvekirî bû.
“Di çarçoveya pêngava şoreşgerî ya Cenga Xaburê de 5’ê Tîrmehê di saet 17:00’an de hêzên me leşkerên ku girêdayî hirorê li Girê Şehîd çiya de bûn xistin bin denetîma xwe û çalakiyek li darxistin. Leşkerên ku di navbera 4 mevziyan de kom bubûn ji aliyê hêzên me ve hatin hedef girtin û lêdan. Li vir herî kêm 4 leşker hatin ceza kirin û di cebilxaneya di gir de teqîn pêk hat. Piştî çalakiyê saet di navbera 22: 30 – 23: 30 ‘an de dagirkeran xwestin kuştiyên xwe li helîkopterên Skorsky li herêmê bigrin. Hêzên me li helîkopteran dan û helÎkopter neçar man ji herêmê vekişin.”