ŞEHBA – Ji bo Pêngava jinên Ciwan ya di bin druşma “Ji bo tola salan têk bibin dagirkeran” de Jinên Ciwan li Rojava de tevgerê de ne. Ji her aliyê welat de çalakiyên Jinên Ciwan didomin.
Taybet Jinên Ciwan yên li Qmişloyê van çalakiyan re pêşengtiyê dikin.
Herî dawî îro dîsa di bin şîyara “Ji bo tola salan têk bibin dagirkeran” de jinên Ciwan ên Qamişlo ji bo fermana Êzidiyan li ber awahiya UN’ê daxuyaniyek dan.
Di daxuyaniyê de Jinên Ciwan diyar kirin ku Qetlîama li ser Êzidiyan bi destê jinan ve hatiye dawî kirin. Yên ku herî zêde xwediyê çand û dîroka xwe derdikevin jinin.
Daxuyaniyê de bang li jinên ciwan hat kirin ku bi tekoşînê ve azad jiyan bikin.
Daxuyanî herî dawî bi duruşmên “Jin jiyan azadî” û “Bijî Serok Apo” ve qediya.