TEBQA – Bi boneya salvegera 7’an a komkujiya li ser êzidiyên Şengalê ku çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de pêk anîbû. Endamên Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endama rêveber a yekitiyê ya li herêma Cirniyê ya Tebqayê ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê bi desteka dewleta Tirk li djiî êzidiyên Şenaglê pêk anîbû hate şermezarkirin, hate gotin ku dewletên hegemon wekî nêrîneke ji rêzê li vê komkujiyê dinêrin û ev nêrîn û nenaskirina vê komkujiyê cihê şermezariyê ye.
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: “Heta niha xelkê Şengalê nizanin bê ka çi bi jin û zarokên wan ên ku ketin destê DAIŞ’ê hatiye. Ya ku PDK’ê kiriye em ji bîr nakin dema ku şêniyên Şengalê bêparastin hiştin û yek gule li hemberî çeteyan neteqandin. Ev yek delîlê lihevkarin û tevkaniya di navbera Tirkiyê û PDK de li dijî Şengalê ye.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, peyman û komployên li ser Şengalê berdewam in, armanc ji van komployan kontrolkirina Şengalê û qirkirina gelê Kurd ê resen, her wiha guhertina demografiya herêmê ye.
Yekitiya Jinên Ciwan şehîdên komkujiyê bi bîr anîn û got, komplo bi ser neket û kesên destên wan di vê komkujiyê de heye wê werin muhasebekirin.
Di dawiyê de bang li ciwanan hate kirin ku li hemberî siyasetên asîmîlekirin û qirkirinê bisekinin û ji bo parastinê herêmê bibin mertal.