ŞIRNEX – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Şirnexê herî dawî bi dirûşma “Torên tiryakê bipêçin” turnuvaya futbolê ya li dijî madeyên hişber dabû destpêkirin.
Turnuvayê bi serlêdanên 74 tîman baldariyek mezin kişand û turnuva bi moral û coşek mezin berdewam dike. Di maça ku îro berdewam kir de pankarta ku tîman vekir bal kişand.
Di pankarta ku di maçê de hat vekirin navên Yaşar Dedeoğlu, Barış Dedeoğlu, Serpil Dedeoğlu, Serap Dedeoğlu, İpek Dedeoğlu, Metin Dedeoğlu û Sibel Dedeoğlu ku ji aliyê malbatên Kurd ve li navçeya Meram a Konyayê hatin qetilkirin, hebûn. Wekî din, pankarta ku balê dikişîne ser êrîşên nîjadperestan, bertekên li dijî komkujiyê bi dirûşma “Nîjadperestî ne ramaneke îdeolojîk e, nexweşiyeke psîkolojîk e” anî ziman.