NAVENDA NÛÇEYAN – Beriya çend rojan Zanîngeha Kobanê ragihand ku wan çend beşên nû li fakulteyên xwe zêde kirine û bi vê yekê isbat kir ku piştî salekê ji zor û zehmetiyan, wan hemû astengî û rexneyên pê re rû bi rû diman, derbas kirin.
Beşên nû ku di beşê wêjeyî yê Zanîngeha Kobanê de hatin vekirin ev in; fakulteya wêjeya erebî ku dema wê 4 sal in, peymangeha zanistên perwerdeyê ku dema xwendina wê jî 2 sal in û tê de madeyên erdnîgarî, mamostetî û wêjeya îngilîzî hene, peymangeha zanistên qanûnî û îdarî, peymangeha teknîkî ku ji şaxên kehrebê û mîkanîkî pêk tê û dê li bendava Rojava (Tişrînê) vebe û xwendekar li wir bixwînin.
Di beşê zanistî de jî dê peymangeha tibî were pêşxistin ku berê ji taqîgeha tibî pêk dihat, lê niha dê ji beşên benckirin û hemşîre pêk were û dê di sala yekemîn de girêdayî peymangeha teknîkî be, lê di sala duyemîn de dê xwendekar derbasî biranşan bibin.
Der barê şaxên nû yên li Zanîngeha Kobanê zêde bûne, endamê Desteya Rêveber a Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim wiha axivî: “Di pêşerojê de pêwîstiya me bi kadroyên perwerdeyê yên akademîk heye, ji ber wê yekê me 7 beşên nû vekirin, di pêşerojê de dê xwendekarên van beşan bi dawîbikin wê roleke mezin di Zanîngeha Kobanê de bilîzin. Sedemeke din jî ku hişt em vê gavê biavêjin ew bû ku hejmara xwendekarên li dibistanên amadehî zêde bû. Ev biryar jî piştî nîqaşa demdirêj a di navbera me û hemû saziyên peywendîdar ên têkildarî kar û barê perwerdeyê li herêmê de pêk hat.”
Muslim da zanîn ku pêwîstiya xwendekarên herêmê bi vekirina şaxên nû hebû û gava ku wan avêtiye ji bo berjewendiyên xwendekaran e, da ku kîjan beşê bixwazin wê bixwînin.
Têkildarî peydakirina kadroyên perwerdeyê ji bo şaxên nû yên hatine zêdekirin, Muslim ev agahî parve kirin: “Beriya demekê zanîngeha ragihand ku pêwîstiya wê bi mamosteyên bikarin li van beşan perwerdeyê bidin heye û bi rastî jî banga me ji aliyê gelek mamosteyan ve bi cih hat. Ji lew re ji bo sala xwendinê ya pêş em zehmetiya mamostetiya di van beşan de nakişînin.”
Şervan Muslim destnîşan kir ku gelek aliyan dixwest Zanîngeha Kobanê û saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bin bikeve û gelek rêbazên şerên taybet jî dan meşandin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Lê belê îro Zanîngeha Kobanê berfireh dibe û hemû astengî derbas kirin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji beriya heftiyekê ve mufadele hate ragihandin da ku xwendekar li Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê navên xwe tomar bikin.