NAVENDA NÛÇEYAN – Piştî 24’ê Nîsanê Dewleta Tirk êrişên dagirkeriyê birin li ser gerîlla li seranserê Kurdistan û cihanê di pêşengtiya Jin û ciwanan de çalekiyên girseyî pêkhatın.
Herî dawî di pêşengtiya Komalên Ciwan de pêngava “Werin Cenga Azadiyê” hate destpêkirin. Li ser vê pêngava ciwanan Ewropa û herderê welat de ciwan rabûne li ser piya.
Ciwan hema hema rojeke bê çalakî derbas nakin.
Çalakiyên Ciwanan yê herî dawî li Qamişlo û Başûrê Kurdistanê pêk hat.
Li Qamişloyê di çarçoveya pêngava “Werin Cenga azadiyê” de ciwanên TEV-DEM’ê konvoyeke wesayîta çêkir û bajêr geriyan. Şêniyên bajar jî duruşme Û çepikan ve piştgirî dan ciwanan.
Ciwanên Başûrê Kurdistanê jî li qezaya Mawet de bi heman armancê ve çalakiyek li dar xistin. Ciwanan di çarçova “Werin Cenga Azadiyê” de pirtûk belav kirin. Ciwanan li ser aavê Gencanî Welatparêz diyar kir ku ewên dev ji qadan bernedi da ku dagirkeriya Dewleta Tşrk têk biçe