LAVRİO – Fermandarê Asayîşa Mimbîcê Mihemed Ehmed el Ehmed (56) yê ku di roja 17’ê meha puşberê şehîd ketibû li bajarê Lavrîo yê Yewnanîstanê bi pêşengiya Komîteya Malbatê Şehîdan bi girseyî hat bîranîn. Ciyê bîranînê posterên şehîd Mihemed Ehmed el Ehmed û Rêberê gelan Abdulah Ocalan û alên PKK, YPG, YPJ û HPG’ê hat xemilandin.
Malbata Ehmed jî ya pênaber tevlî bîranînê bûn. Bîranîn bi rêzgirtina ji bo cangoriyan despêkir. Birayê şehîd Mihemed, Mahmûd Ehmed axaftinek kir. Ehmed dema axaftinê hêstiyar bû û dem dem astengî kişand. Ehmed diyar kir ku birayê wî şoresgerekî mezin bû û ji bo şoreşê canê xwe da. Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha hot:”Şoreşa Rojava bi xwîna şehîdan hat rizgarkirin. Axa Rojava bi xwîna şehîdan ve hat şuştin. Şehîdên me nirxên me nin. Tu carî nayên jibîrkirin. Bejna xwe lì ber wan ditewînim. Sehîd tu carî namirin û her tim di dilêmedenin.”
Piştî Ehmed li ser navê Komîteya Malbatê Şehîdan Xeyrî Uludag axivî û wiha got:”Em gelê kurd bi saya sehîdan gihaştine vê astê. Bi saya Serok Ocalan û PKK’ê em kurd hatin vê merhelê. Divê em tim li cangoriyên xwe xwedî derbikevin. Şehîd rûmeta me ne. Ewê rêya wan her tim pêşeroja me ronîbikin. Şehîd namirin.”
Bîranîn bi sînevîzyona ku ji bo şehîd Mihemed hatibû amadekirin bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” ve bi dawî bû.