NAVENDA NÛÇEYAN –
YPS’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:
Tîma Bersivdayînê ya Şehîd Saner Garzan ya YPS’ê got: “Endamên me ji bo bîranîna malbata Dedeoglû ku li Konyayê di qetlîamê de şehîd ketibûn çalakiyên tolhildanê kirin.”
“Roja 31’ê Tirmehê li Maraşê depoya Îzomîrê hat şewitandin.
Roja 1’ê Tebaxê di demimêrên êvarî de li taxa Konak ya Farqîn a Amed li dijî Fermandariya Alay a Jandarma Komandoyê bi bombeyan çalakî hat kirin. Piştî çalakiyê dijmin gelek leşker birine cihê çalakiyê û bi ambulansan kuştî û birîndarên xwe rakirine. Di çalakiya hatî kirin de kuştî û birîndarên dijmin ne hatine zelal kirin.
Roja 1’ê Tebaxê li navçeya Sûr a Amed makîneyek a kar ku ya Rêveberiya Parq û bexçeyê û Şaredariya Mezin ya ku hatiye gaspkirine hat şewitandin û îmha kirin.
Dema faşîzma AKP-MHP’ê hemberî Tevgera Azadiya Kurdistanê operasyonên dayî despêkirin de windahî dide, li metrepolên Tirkiyê nijadperestiyê bilind dike, ew keriyên hov ên ku bi çek kirine li ser malbatên Kurd dibin û qetliyaman pêk tînin. Li Konyayê qetlîama li dijî malbata Dedeoğu hatî kirin, pîvandina refleksêbû. Bi van kiryarên hovane dixwazin gelê Kurd teslîm bigrin, bixin bin destê xwe, bi siyaseta îmha û înkarê gelê Kurd bi qetliyamêre derbaz bikin û windahîyên xwe veşêrin. Hemberî vê Gelê Kurdê welatparêz bi refleksa parastina cewherî danîşandan ku wê çok nadane û serî nadanin.
Perspektîfa “şer kirin jiyan kirine” ya Rêber Apo, bi ruhê 15’ê Tebaxê û şîara “Çi dibe bila bibe wê dawî heybet be’ em ciwanên Egîd ên gelê Kurd ê welatparêz divê her cihê em lê dimînin bi hişmendiya parastina cewherî li hemberî êrîşên dijmin amadebin, derfet nedin dijmin û xwîna şehîdên xwe li erdê ne hêlin.”