BURSA – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan Rezan Sarisac, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Cengîz Yureklî ji bo bi miwekîlê xwe re roja Duşemê hevdîtinê pêk bîne, serlêdn kirin.
Birayê Rêberê Gelan Mehmet Ocalan, wasiyê wî Mezlûm Dînç û girtiyên din ên li Îmralî birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn jî bi rêya parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.
Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ê sala 1999’an ve bi komployekê dîl hate girtin û li Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin di nava tecrîdê de ye.
Piştî 8 salan û şûnde parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 1,22’yê Gulana, 12,18’ê Hezîran û herî dawî jî 7’ê Tebaxa 2019’an hevdîtin bi miwekîlê xwe re pêk anîbû. Ji 7’ê Tebaxa 2019’an û vir ve hemû serlêdan bê bersiv tên hiştin.