NAVENDA NÛÇEYAN – Komelgeya Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) gerîlayên bi navê Idrîs Fêqhî (Aryo Zal) û Muhsên Qadêrî (Şahîn Agirî) ku di 27’ê Tîrmeha 2021’an de li herêma Bokan a Rojhilatê Kurdistanê şehîd bibûn, bibîr anîn.
KODAR’ê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî weşand û ji malbatên Aryo Zal û Şahîn Agirî, gelê Rojhilat û tevahiya gelê Kurd sersaxî xwest. Her wiha bang li tevahiya ciwanan kir ku ala têkoşînê ya şehîdan bilind bikin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Rêheval Aryo Zal û Şahîn Agirî, bi hemû hêza, bi awayekî fedayî li ser xeta azadîxwaz a Apoyî û Tevgera Azadiyê beşdarî xebatan bûne û têkoşîyane. Herdu heval dema li gundekî Bokanê xebatên gel dimeşandin, di encama kemînek hêzên rejîma Îranê de tevlî karwanê şehîdan bûne. Baweriya me heye ku ciwanên me yên Sine, Bokan û tevahiya Rojhilat wê xeta van şehîdên me bidomînin.”
Di berdewama daxuyaniyê de bang li rêxistinên civakî, jîngehparêz, çandî û tevahiya gel hat kirin ku dijî zext û hewldanên rejîmê erka xwe ya netewî, exlaqî û siyasî pêk bînin, xeta şehîdên demokrasî û azadiyê berdewam bikin.