LAVRÎO – Greva birçîbûnê ya li Yewnanistanê ku ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi dorvegerî tê lidarxistin dewam dike.
Çalakî li kampa Lavrîo ya Atînayê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêk tê, 5 rojan carekê bi dorvegerî tê lidarxistin. Çalakayê bi rêzgirtinê destpê kir. Çalakiya ku di roja 217’an de bi koma 44’an bi biryar dewam dike.
Çalakvan siyasetmedar Ahmet Kaya bal kişand ser êrîşên dewleta tirk û wiha got:
“Dewleta tirk a dagirker û faşîst her roj êrîşî gelê me û xaka me dikin. Herî dawî li bajarê Konyayê 7 kurd qetilkirin. Em vê komkujiyê lanet dikin. Divê em kurd li her dewerê berxwe bidin û her dewerê bikin qada berxwedanê. Ji bo tecrîda li ser serokatî hemû gelê me rabin ser piyan. Em jî wek kurdên li Yewnenîstanê em ji bo serokê lî ser piyanin.”
Çalakî piştî axaftinan bi koma 44’an bi dirûşmên “Bijî serok Apo” , “Bijî berxwedana zindanan” û “jin jiyan azadî” hat dewirkirin.