KOBANÊ – Îro bi sedan şêniyên kantona Kobanê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên herêma Firatê, nûnerên Rêveberiya Xweser û saziyên civaka sivîl ên herêma Firatê sersaxî ji malbatên her sê şehîdan re xwest.
Şêniyan destpêkê berê xwe da bajarokê Çelebiyê ku cihê jidayikbûna şehîd Mihemed Îbrahîm e, piştre çûn gundê Xizênê ku gundê şehîd Diyar Ehmê ye û piştre berê xwe dan konê sersaxiyê yê malbata şehîd Abdullah Miho yê li taxa Botan Xerbî ya Kobanê.
Di merasîma sersaxiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Leyla Ehemd axivî û soza şopandina rêya şehîdan û destkeftiyên ku bi saya fedakariyên wan hatine bidestxistin, da. Leyla diyar kir ku ne ji wan şehîdan bûya, gelê Kurd nedikarî heta niha parastina nasnameya xwe bike.
Hêjayî gotinê ye ku şehîd Mihemed Îbrahîm (Êlan Kobanê), Abdullah Miho (Ocalan) û Diyar Hemê (Çavreş) beriya du rojan (7`ê Tîrmehê) dema li baregeheke perwerdeyê ya li bendava Tişrînê bûn, di ava Firatê de xeniqîbûn.
Duh cenazeyên her sê şehîdan bi beşdariya bi sedan şêniyên katona Kobanê li Goristana Şehîd Dîcle hatibûn veşartin.