NAVENDA NÛÇEYAN – Şaredariya Binarê Qendîlê û Ciwanên Welatparêz hevpar tûrnovayek dabûn destpêkirin.
Tûrnovaya ku di çarçova pêngava Komalên Ciwan ya ku bi navê “Werin Cenga Azadiyê” de hatîbû destpêkirin doh êvarê qediya.
Tevehî 17 tîmên ciwanan tevlî tûrnovayê bibûn de maça fînalê ve ya ku doh êvarê hat lîsin ve qediya. Maça Fînalê de Tîma Ku bi navê Wertê 2 – 1 Tîma Galerê têk bir û bû Tîma yekemîn ya Tûrnovayê.
Dawiya Tûrnovayê de ciwan Ajansa me re axivîn.
Ciwana diyar kir ku aktîvîteyên bi vê avayê li ser wan bandorên baş ava dikin. Ji ber vê divê tim û tim ev aktîvîte bên çêkirin. Ciwana diyar kir kû ew wek ciwanan destûr nadin dagirkeriya dewleta Tirk.
Tûrnovayê de duruşmên “Bijî berxwedana Gerîla” û “Bijî Serok Apo” derketin pêş.