NAVENDA NÛÇEYAN – Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadyê (OHD) têkildarî greva biçrîbûnê ya bêdem û bidorveger a girtiyên siyasî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan û dawîbûna tecrîdê 27’ê Mijdara 2020’ê destpê kiribû û di roja 257’an de didome, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hate gotin, her ku grev dom bike, rewşa tenduristiyê digihêje asteke welê ku veger nebe û rê li ber nexweşiyên mezin vedike.
OHD’ê rexne li raya giştî jî kir û destnîşan kir ku tevî rapor û daxuyaniyên çapemeniyê jî raya giştî ya demokratîk vê mijara bi êş nake rojeva esasî.
OHD’ê wiha domand: “Em Komîsyna Girtîgehan a Navenda Komeleya Ji bo Hiqûqnasan Azadî, Saziya Mafê Mirovan, Saziyên Hiqûqê, Baroyan, Odeyên Tabîban, Partiyên Siyasî, Rêxistinên Girseyî yên Demokratîk ji bo pêkanîna daxwazên rakirina tecrîdê ya daxwazên rewa û hiqûqî yên girtiyan e vedixwînin erk û berpirsiyaran bi cih bîne, didin nîşandan ku di vê mijarê de berpirsyariya dikeve ser milê me em ji Raya Giştî ya Demokratîk a Welatparêz re dibêjin em hazir û amade ne.”