MEXMÛR – Bi boneya pêngava mezin a dîrokî ya 15’ê Tebaxê, li Kurdistan, Tirkiye û gelek deverên Ewropayê çalakî hatin destpêkirin.
Ciwan û jinên ciwan pêşengiya çalakiyan dikin. Yek ji cihên ku pîrozbahiyên 11’ê Tebaxê lê hatin kirin Mexmûr e. Pîrozbahiya ku wê bi pêşengiya Tevgera Jinên Ciwan a Mexmûr (TJCM) û Tevgera Ciwanên a Mexmûrê (TCM) li Mexmûrê bê lidarxistin, wê heta 15’ê Tebaxê dewam bike.
Ciwan û jinên ciwan ji bo pîrozbahiya ku li qadê bê kirin dest bi amadekariyan kirin. Ciwan û jinên ciwan qad bi alên PKK, HPG û YJA Starê xemilandin.