ŞEHBA – 15 Tebaxa îsal ji aliyê gel û ciwanên Kurdistanê bi coş û moral tê pîroz kirin. Gelek cihên welat û derveyê welat bi rojan pêşiya 15’ê Tebaxê pîrozbahiyan dest pê kir.
Îsal jî pêşengtiya van pîrozbahiyan ciwan dikin. Ciwanên Efrîne îşev pîrozbahiya yekemîn dane destpêkirin.
Gundê Fafînê ya girêdayê Şehbayê îşev ciwan daketin kolana. Ciwana agir dadan û li derdora agir dîlan gerandin.
Şahiya ciwana Bi sloganên “Bijî Serok Apo” , “Bimre dagirkerî” û “Bijî berxwedana gerîla” ve dawî bû.