BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
“Di çarçevoya Pêngava Şoreşgerî a Cenga Xabûrê de li herêma Heftanînê;
Hêzên me wesayîta kontrayên ku malzemeyên leşkeri dibirin ji dagirkerên li Girê Koxê Mele Yehya ya qada Keşanê xistine bin kontrola xwe. Di 1’ê Tebaxê saet 14:30’an de wesayîta li gir bûye hedef û li wê hatiye xistinê. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin û derb li wesayîta kontrayan hate xistin. Artêşa Tirk a dagirker demeke dirêj nekaribûye mudexeleyî qada çalakiyê bike û cenazeyê leşkeran êvarê bi helîkopteran ji qadê dûr xistiye.”