TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li herêma Mensûra ya Tebqayê bi diruşma “Werin cenga azadiyê” meşeke meşaleyî ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dar xist.
Bi sedean şêniyên Mensûra, Tebqa, nûnerên ji rêveberiya sivîl, partiyên siyasî, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî meşê bûn.
Meş ji pêş avahiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ber bi rêya giştî ve dest pê kir, tê de ciwanan pankartên şermezarkirina êrişên dagirkeriyê yên Tirk ên li dijî herêmê hildan.
Piştre meş li pêş Navenda Şehîd Sîwar Mensجra ya çalakiyên ciwanan rawestî û li wir li ser navê ciwanên şoreşger endamê rêveber ê navendê Leys El-Muhsin daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Piştî tevahî destwerdanên dagirkeriya Tirk li piranî herêmên Rojhilatê Navîn, jê jî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê digel bêdengiya rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî hişt ku dagirkeriya Tirk êriş û dagirkirina herêman berfireh bike.
Dewleta Tirk bi şer û xwînrijandinê bes nedît, her wiha piştî binketina siyasetên wê di dagirkirina tevahî herêmê de, sûcên dermirovî pêk anîn, jê jî qutkirina ava çemê Firatê ji ser Sûriyê û Iraqê.
Em Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li herêma Tebqa û gundewarên wê van êrişên bi hemû rêgazên hovane pêk tên, bi tundî şermezar dikin.
Tevî êrişên hovane û dijwar, em piştrast dikin ku em radest nabin û dibêjin hûn nikarin roja me tarî bikin û em ê heta pêkanîna azadiyê li ser şopa şehîdan bin.”
Piştî daxuyanî hat xwendin, endama rêvebera a xeta Mensûra Emîne El-Elî wiha got: “Em îro bi hemû çîn û pêkhateyan li vir in û êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêm û gelê me yê sivîl şermezar dikin.”
Emîne El-Elî di dawiyê de bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi lez destwerdanê bikin ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên ku sûcan li dijî zarok û jinan dikin, muhasebe bikin.