LAVRÎO – Ji bo Fermandarê HPG’ê Atakan Mahîr li Kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê merasîmeke girseyî bîranîn hat lidarxistin. Ciyê bîranînê posterê Şehîd Atakan Mahîr, Rêberê Gelan Abdulah Ocalan û alên PKK’ê, HPG’ê, YPG, YPJ û KCK’ê hat daliqandin. Bîranîna ku ji hêla Komîteya Malbatê Şehîdan û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bi rêzgirtinê destpêkir.
Di bîranînê de rêhevalê Atakan Mahîr, Ethem Kaya axaftinek kir. Kaya diyar kir ku Atakan Mahîr li Dersîmê naskir û demekê bi hev re manin û wiha got:”Bi rastî ez di derbarê şehid Atakan de çi bêjim jî kêm e. Heval Atakan tenê ne şervanek bû, feylesofek jî bû. Yekî pir zana û zanyar bû. Wendahiya wî ji bo me pir giran bû. Emê armanca heval Atakan bi cîh bînin. Emê xwedî li bîranînê wî derkevin.”
Pişti axaftinê merasîm bi temaşekirina sînevîzyona ku di derbarê Atakan Mahîr hatibû amadekirin hat temaşekirin û bi diruşmeyên “şehîd namirin” , “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.