NAVENDA NÛÇEYAN –
Yeko ARDIL nivîsand
Vê gavê di rojeva Berlînê û giştî ya Elmanyayê de Dîwarê Berlînê heye. Dîwarê ku sosyalîstan ew weke “dîwarê parastinê li dijî kapîtalîzmê” û kapîtalîstan jî weke “Dîwarê şermê” bi nav kiribûn.
Pirraniya rojnameyên Elmanî ji ber sedema salvegera wê ya 60´an ev babet li navendê bi cih kirine û li derdora wê jî serpêhatiya Elmanyayê ya dîwarî û bûyerên qewimîne jî ji nû ve bi bîr tînin. Pirraniya wan rojnameyan sernûçeyên weke: “Divê em ti carî ji bîr nekin” danîne û di dewama şiroveyên li ser mijarê de hîn hişktir bang dikin: “Mafê me yê jibîrkirinê nîne!”
Ew dîwarê ku di şeva 13´ê Tebaxa 1961´ê de bi qasî 45 kîlometroyan hat lêkirin di bîr û hişê gelê Elman û wisa jî li ser pirraniya dinê jî cihekî bi tesîr hiştiye. Rojnameyên Elmanî dinivîsin, sazî û dezgehên Elmanî û gelê ku ji têkçûna pergala Komara Elmanya Demokratîk xweşhal in vê bûyerê şermezar dikin û rabûna dîwêr jî pîroz dikin. Balkêş e ku zêdetir rojnameyên wan di çarçoveyeke teng de yan jî di çarçoveya dîwarê Berlînê de li ser babetê şiroveyan dikin.
Weke nimûne, behsa dîwarên kevin û nû yên li deverên cihê nakin. Ji Belarûsê heta bi Emerîkayê li gelek cihên dinê, dîwar hene û li hin cihan jî yên nû tên lêkirin. Jixwe dîwar û sînorên Kurdistan parçe kirîn, hema bêje hîç di rojeva wan de nîne. Ji bilî rojnameyên weke Junge Welt, Neues Deutscland û TAZ´ê di demên komkujî û karesatên mezin de jî yan pirr kêm yan jî hîç cih nadin Kurdan. Rewşeke xwesansurkirinê heye yan jî pêkutiyeke nediyar dibe sedema vê, ev baş nayê zanîn.
Rastiya ku baş tê zanîn ev e ku di ti pergalên mirovahiyê yîn heta niha de, bi taybetî jî di yên serdema ragihandinê de ew azadiya vegotina raman û rastiyê pêk nehatiye. Her pergalê li gorî berjewendî û armancên xwe şikil û teşe daye vê babetê. Rojnameya Bild a navdar a Elmanî ya ku di dema Liberxwedana Kobanê de Kurd weke “gelê herî qehreman ê cîhanê” pênase kiribû, pişti serketinê mîna ku tu kevirekî baêvêjî bin bîra bê binî, lê hat. Helbet ev helwêsta medya Elmanî bi serê xwe mijareke girîng û hêjayê lêkolînê ye. Li gel hinde bûyer û bobelatên dijwar, ew çawa dikarin guhên xwe kerr bikin û çavên xwe miç bikin? Bi taybetî dîasporaya Kurdistanê û her wisa medya Kurdî divê li ser vê babetê raweste û li bersivên vê pirsê bigere.
Li aliyê din, mirov dikare bibêje ku pirraniya Elmanan bûyera dîwarî, weke parçekirina welatî û rabûna wî jî mîna serketina li dijî pergala dîktatorî dibînin. Di hiş û bîra wan de bi awayên cûr bi cûr kuştina mirovên ku dixwestin di ser dîwêr re birevin û ji pergalê rizgar bibin, mayînde ye. Beguman kêm jî be kesên ku wisa nafikirin jî hene. Ew jî dibêjin, mafekî rewa bû ku pergal xwe li dijî sîstema din biparêze. Lewra mirovên perwerdekirî, gihiştî û kêrhatî dixwestin birevin. Kesên weke bijîşk, parêzer, endezyar û wekî din hatibûn perwerdekirin, ji ber ku derfetên jiyaneke dewlemedtir li aliyê din hebûn, terka welatê xwe dikirin û diçûn. Bi ser de jî li dijî pergala sosyalîst dibûn navgîn û alavên propagandaya dijber û xisarên mezin digihandinê. Her weha di encamê de her çiqas hejmar ne zelal jî be bi qasî 238 kesan hatine kuştin. Wêneyê leşkerê ku tifinga xwe ji milê xwe davêje û baz dide, û wisa jî bedenên parçebûyî yên li ser têlên dîwêr jî weke dîmenên dilsotîner ji dîroka mirovahiyê re mane.
Ev tev de rastî ne, mixabin ew pergala ku ji bo dinê bûbû hêviya rizgarî û azadiyê, veguherî desthilatiyên dîktatorî. Gava di Mijdara 1989´an de rûxiya jî ji Elmanan bêhtir gelên bindest û hejarên li welatên kapîtalîst ji bo wê diêşiyan û digiriyan.
Bi herhalî mirov dikare bibêjê, gelê Elman ji rabûna dîwêr û ji nû ve yekbûna welêt kêfxweş e.
Her çiqas di encamê de bihûşta dihat payîn pêk nehatibe jî, ev ji bo rast, çep û wekî din jî lê dibe.
Di vir de ya girîng ev e ku bi aweyekî yan jî rêbazekê em bi wan bidin zanîn ku Elmanya li ser axa xwe dîwar hilweşand, lê di lêkirina dîwarên li welatên dîtir de hevpar û hevkar e. Vê gavê li sînorên bêbext yên di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de jî dîwarî lêdikin, li Rojava bajar û dîwaran ava dikin ku rasterast bi alîkariya dewleta Elman çêdibin. Ango ew dîwar jî mixabin dîwarên Berlînê ne. Lê em nikarin dengê xwe bigihînin wan. Ev jî dilê mirovî diêşîne.