BEHDÎNAN – Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê ji ber wefata bavê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) peyama sersaxiyê weşand.
Fermandariyê ji ber wefata Mûstafa Necatî Karataş destpêkê sersaxî ji malbata Karataş, xelkê Dersimê û gelê Kurd ê welatparêz re xwest û ev peyam da:
“Hevrêya me Bêrîtan li bihuşta Kurdistanê li qadeke sembola berxwedana rûmetê li Dersimê ji dayik bû. Bi qasî Dersimê serbilind û esîl, bi qasî Dersimê bedew û bi qasî Dersimê li ber teslîmkariyê radibû. Bi vê sekn û têkoşîna xwe bû sembola azadiyê ya jinên Kurd. Fermandar Bêrîtan destpêkê bû seknek, piştre bû ruhek, piştre bû xetek û veguherî artêşa jinê, bi vî rengî bû trisa dilê dewleta mêtinger û aqlê serdest ê mêr. Ev sekna Bêrîtan a li dijî xiyanetê, îro li Heftanînê bû Rustem û Esmer, li Zendûrayê bû Rêber, li Mamreşo bû Serhat, Sarya û Rûken, li Dersimê bû Yilmaz û Zîn. Jin û mêr ên ji bo azadiya gel û welatê xwe Kurdistanê sond xwarine, vî ruhê Bêrîtan li her derê digihîne serketinê.
Rastiya malbata welatparêz a ku ewladeke wiha hêja diyarî jin, gelê Kurd û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir, kir ku bi ruhê raperînê yê Dersimê, bi nirxên gel û welatê xwe mezin bibe, ji bo me hêja ye. Beriya her tiştî, weke jin û gelê Kurdistanê em minetdarê we ne ku we rastiyeke pîrûpak a mîna Bêrîtan dane dîroka me. Ji ber vê yekê wefata apê Mûstafa Necatî Karataş bi qasî we, em êşandiye. Em soz didin ku em ê ji her demê bêhtir xwedî li ruh û xeta azadiyê ya hevrêya xwe Bêrîtan derkevin û bibin hêjayî ked û heqîqeta Bêrîtan.”
Di dawiya daxuyaniyê de ji malbata Karataş re careke din sersaxî hate xwestin.