KOBANÊ – Li kantona Kobanê, Yekîtîya Jinên Ciwan bi dirûşmeya têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinan meşek bîsîkletê li dar xist. Meş li dijî şîdeta li ser jinan û di çarçoveya kampanyaya “Ji bo Tola Salan Têkbibin Dagirkeran” de hat lidarxistin.
Meşa ku bi dehan jinên ciwan beşdar bibûn, li ber navenda Saziya Ciwan û Werzîşê ya bajêr dest pê kir, alên Yekîtiya Jinên Ciwan hildan, pankarta bi dirûşma “Ji bo tolhildana salan dagirkeran têk bibin”, û wêneyên her yek ji jinên ciwan ên ku li Bakur Kurdistan û Tirkiyeyê bûne qurbana sûcên destdirêjiya leşkerên dagirkeriya Tirk hatin rakirin.
Meş li kolanên bajêr heya Qada Şehîd Arîn Mîrkan berdewam kir, û piştre li Qada Şehîd Akid bi dawî bû.
Çalakiya ku jinên ciwan dirûşma “Jin Jiyan Azadî” qîr kirin, bi girtina xelekên dîlanê bi dawî bû.