LAVRÎO – Greva birçîbûnê ya li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê ku ji bo azadiya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê li Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê 5 rojan carekê bi dorvegerî tê lidarxistin. Çalakiya ku di roja 226’an de bi koma 46’an dewam dike.
Piştî dewrgirtina çalakiyê çalakvan Îzzet Topgaç axivî û bal kişand ser êrîşa Dewleta Tirk a li ser Şengalê pêk hat û wiha got:”Em êrîşa dewleta dagirker ya tirkan li ser gelê Şengalê bi tundî şermezar dikin. Ev êrîşa hovane li ser gelê sivîl pêkhatiye û ne Barzanî ne jî Dewleta Iraqê dengnakin. Ew jî hevkarê wanin. Em wan jî şermezar dikin. Tu kes nikare berxwedana gelê kurd û her wiha berxwedana gelê Şengalê berxwedana Êzidiyan bişkîne. Bimre îxanet, Bijî Kurdistan.’
Çalakî piştî axaftinan bi koma 46’an bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Bijî berxwedana Şengalê” û “Bijî Berxwedana Zindanan” bi tililîyan hate dewirkirin.