TEBQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan, li dijî êrîşa hewayî ya ku duh dewleta Tirk a dagirker, li dijî bajarê Şengalê pêk anî. ku Fermandarê Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞ, Seîd Hesen û biraziyê wî Şehîd xistiye û sê sivîl birîndar kirin, daxuyaniyek da raya giştî.
Daxuyanî li Navenda Ciwanên Şoreşger a Tebqayê, bi beşdarbûna bi dehan endamên ciwanan û jinên ciwan, ji aliyê rêvebera tevgerê Şeza El-Mihemed ve hate xwendin û daxuyaniyê wiha bû:
“Em, Tevgera Ciwanên şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Tebqayê, êrîşên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û ajanên wê ji Partiya Demokrat a Kurdistanê şermezar û lanet dikin, her wiha em medyayên derewîn yên mîna Rûdaw li hemberî birayên xwe rastiyan diguherînin, ew ên ku wijdanê xwe bi çendek dolaran firotin şermezar dikin.
Em ji Erdogan re dibêjin ku duh hedefgirtina erebeyên hêzên me li Şengalê bê hesab derbas nabe, û bersiv dê ji ya ku hûn û wan xayînan xeyal dikin nêztir be. Rojên pêş dê dawiya Projeya dagirkeriya Osmaniyan we be.
Em wek Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Tebqayê, ji hemû cîhanê re bêjin ku em rêhevalên xwe yên li herêmên parastina rewa bi tenê nahêlin, di xendeka yekem a parastina projeya neteweya demokratîk de bi tenê nahêlin. em ê bibin leşker di bin ala wan de şer dikin heya ku serketin bi dest bikeve.”