NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên xwecihî hatin wergirtin, roja 16’ê Tebaxê li navçeya Geverê ya Colemêrgê hêzên gerîla çalakiyek kirin.
Hate ragihandin ku di navbera qereqolên Wargenima û Kendalokê de li wesayiteke zirxî ya artêşa Tirk a bi tîpa Kîrpî hate xistin.
Di çalakiyê de gelek dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê hîn daxuyanî nedaye.