NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Ciwanan a YurtseverGençlik kevneşopiya weşangeriya xwe wekî dîrokek mezin didomîne. Kovar ji weşana xwe û vir ve bi her cure zext, êrîş û qedexeyan re rû bi rû maye. Lê belê, kovara ku reng û dînamîzma ciwanan nîşan dide, di serdema nû de tevî êrîş û astengiyên faşîst jî jiyana weşanê didomîne.
Danasîna vê mehê de edîtorên Kovarê wiha dibêjin:
“Kovara me ya Yurtsever Gençlîk bi hejmara meha tebaxê Bi şiyara ‘’ Vejîna 15 ê Tebaxê Serkeftina Egîdbûna PKK ê ye ‘’ bi were ye. Di hejmara meha tebaxê de edîtrên kovarê jibo ciwanan nivîsên gîrîng amade kirin. Di Kovara me de perspektîfên Rêber APO, Cejna vejîna gelê kurd a 15 ê tebaxê, perspektîfên ciwan û jinên ciwan, çand, dirok, portreya ji fermandara ciwanan şehîd Amara Gabar, û Şerê Gelê Şoreşgerî cih digirin.
Me bixwînin me binasin
Me bi ciwantî destpêkir emê bi ciwantî serbikevin”
Hun dikarin xwe li ser van Linkan bigihînin kovarê: